Îsal jî weke kevneşopiyeke salane civata 16.´mîn a KNK hat lidarxistin. Du rojan 300 endam, mêvan û çavdêr tevlî guftûgoyên girîng bûn. Hema hema ji hemû netewe, ol, mezheb, reng û çandên cuda ên li ser axa Kurdistanê, nûner tevlî civatê bûbûn. Li gel 47 aliyên siyasî, rêxistinên civakî, jinan û ciwanan, yekemîn car serokê Parlemana Herêma Kurdistan Dr.Yûsif Muhemmed tevlî civatê bû. Ya bala mirov dikişand di salona Civatê de slogana sereke bi zimananên cuda û zaraveyên Kurdî hatibûn nivîsandin: “Ji bo Kurdistaneke azad û demokrat, yekîtiya neteweyî” Di vê dirûşmeyê de du tişt girîng in. Azadî û demokrasî ji bingeha yekîtiya neteweyî ye, bê wan ne netewe dibe û ne jî yekîtî dibe. Ev yekîtî hem di nava neteweyekê bi xwe û hem navbera neteweyan de ye. Dr.Yûsif Muhemmed di axaftina xwe de bi zelalî anî ziman ku divê pirr geşbîn nebin ku yekîtiyeke neteweyî ya pirr xurt pêk bê û têkildarî vê nebûyîna sîstema demokrasiyê li Başurê Kurdistanê weke mînak nîşan da. Ji bo sedema vê yekê jî got: “ Zîhneyeta kontrolkirina meydana siyasî û aborî ji alî hin partiyan ve derfetê nade ku rêvebiriyeke demokratîk ava bibe, van hêzan ji bo deshilatdariya xwe Parleman û hikûmet felc kirin”. Ti partiya beşdar ji Başûrê Kurdsitanê nekarî vê rastiyê înkar bike û wan gotinan mora xwe li civata giştî da. Xaleke din jî ew e ku serokê Parlemanê dikare biçe her dereke dinyayê, lê PDK rê nade biçe Hewlêrê û karê xwe li Parlemanê bike.

Yek ji mijarên din ya mora xwe li Civatê da, axaftina li ser derfet û tehlûkeyên heyî bû. Di vê civatê de ji zimanê mexdûriyetê zêdetir, li ser qehremanî û berxwedana gelê Kurd li dijî dagirkeran û DAIŞ´ê nihêrîn hatin îfadekirin. Bi taybetî berxwedana Kobanê, Şengal, Kerkûk, Sûr, Cizîr û deverên din ên Kurdistanê. Di nîqaş û axaftinan de xeta sêyemîn ya têkoşîn û avakirinê weke rêbaza rast hat nirxandin ku destketiyên mezin ne tenê ji bo gelê Kurd lê ji bo gel û rengên din jî bi xwe re anîne. Mînaka vê li Minbic û Hesekê hat dîtin. 

Rexneyên cidî li rewşa hin partiyên siyasî hat girtin ku van derfet û tehlûkeyan baş naxwînin û bi kar nayînin. Çawa dewletên statûkoparêz weke Îran, Tirkiye û Sûriye dikarin di çarçova parastina sîstema netewe dewlet de tên cem û hêzên dagirker li Kurdistanê bi cih dikin, lê hin hêzên siyasî yên Kurdistanê vê rastiyê nabînin an jî naxwazin bibînin. Pirs hat kirin "Çima hin hêzên siyasî li hebûna gerîla û şervanên YBŞ´ê li Şengalê nerehet in û her dek û dolabê ji bo derxistina wan ji wir digerînin, lê ji hebûna serbazên arteşa Tirk li Başiqe û Bamernê re bê deng in? Heman hêzan çima hawara dayikên li Cizîr û Nisêbînê nebihîst lê dema van dayik û ciwanan li hemberî dewleta dagirker a Tirk li ber xwe da, ew sûcdar kirin û gotin, dibin sedema şer. Di ser de zextêke mezin li Kampa Mexmûrê dikin."  

Li ser rewşa Şengalê ku hem nûnerê Êzîdiyên ji Şengalê, ji Rojava û ji Rûsya mafê axaftinê wergirtin û di axaftina wan de xala hevpar ew bû "Ji bo hêzên siyasî, bi taybet yên bûn sedema komkujya Şengalê şermeke mezin e ku zêdetirî 3 hezar jin û zarokên Êzîdî hîna jî di destê DAIŞ´ê de ne, Êzîdî ne weke berê ne, îro keç û xortên Êzîdî çekdar bûne û xwe û civaka xwe diparêzin, êdî bihêlin ku miletê Êzîdî xwe birêve bibe."

Mijareke ku zêde bal kişand û girîngiyeke xwe hebû; tevî ku berxwedana li Kobanê û Rojava bi giştî nihêrîna navneteweyî neçarî guhertinê kiriye, lê divê neye qebûlkirin ku danûstandin û têkilî bi hêzên navneteweyî re li ser bingeha taktîkî û li ser esasê serbazî û taktîkî be. Divê li ser bingeheke siyasî û qebûlkirina îradeya gelan be. 

Di vê civatê de du tehlûke bi zelalî hatin destnîşankirin; ya yekem dagirkerên Kurdistanê ku timî li ser bingeha tifaqên dij-Kurd tên cem hev bû û divê hemû hêzên siyasî vê tehlûkeyê bibînin ji bo berterefkirinê kar bikin û bên tifaqa neteweyî. Ne tenê li ser bingeha neteweyî nava gelê Kurd lê li ser bingeha tifaqa bi gelên din re jî. Tehlûkeya din lawaziya prensîpên demokrasiyê û azadiya hevpar e, ew jî dikare bi diyalog û girêdana kongreya netewî were berterefkirin. 

Xala hevbeş di navbera pirraniya hêzên siyasî û kesayetiyan de zêdetir bûn lê pirseke ku timî dihat kirin di Civatê de; çima Kongreya Neteweyî nayê li darxistin? Em li benda çi ne? Beşeke mezin ji beşdaran, nihêrîna wan ew bû ku Kongreya Neteweyî rexmê ku hin hêz tevlî nabin were lidarxistin, ji ber ku qedera gelan divê li benda hin hêzên siyasî neyê hiştin ku baweriya wan bi demokrasî û yekîtiya neteweyî nîne.

Ji bo pêkanîna vê erka dîrokî ti sedem nîne û nikare bibe asteng mîna ku Hevserokê Konseya Rêvebiriya KCK´ê Cemil Bayik di peyama xwe ya ji bo Civatê de got: “Dema dewletên dagirker li Kurdistanê bi taybet dewleta Tirk dibîne ku gelê Kurd xurt dibe û dibe aktorê siyasî yê bi bandor li Rojhilata Navîn, yekîtiya xwe ya bi dijberên Kurdan re bihêztir dikin. Eger di vê demê de Kurd yekîtî û Kongreya Neteweyî ya Demokratîk ava nekin, wê kengî ava bikin? Ev erka KNK´ê ye di asta Kurdistanê de û hem di asta navneteweyî de, eger mayîna di bin hegemoniya hêzên dagirkeran de nebe wê Kongreya Neteweyî ya Demokratîk hêsan bibe?” Ev bangewazî bû ku bila yekîtiya neteweyî ya demokratîk ya Kurdan nebe qûrbana berjiwendiyên teng ên partî, navçe û ezezêtiyê. 

Her çawa Civata Giştî ya 15. biryara vegera Kurdistanê da, di rapora xebata salekê ya KNK´ê de ji salên berê pirr zêdetir xebat li Başûrê Kurdistanê hatiye kirin lê pirsa sereke ew e ka çima hin hêz hîna jî guh nadin daxwaza herî bingehîn ya civakê ku yekîtiya neteweyî ya demokratîk e. Ji ber ku krîz û tabloya parçebûna neteweyî û siyasî ya Başûrê Kurdistanê, êriş û dek û dolabên ji her alî ve li ser Rojava, siyaseta teslîmgirtinê ya AKP´ê û dewleta Tirk li hemberî gelê Kurd û hêzên demokratîk li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, êrişên rejîma Îranê li ser gelê Rojhilat û beşên din ên Kurdistanê û berdewamiya siyaseta bidarvekirin, tirsandin û êşkencê, ev hemû nîşan didin ku çiqasî pêdivî bi yekîtiya neteweyî ya demokratîk heye.