
Gelê Kurd ku demeke dirêje yekîtiya navxweyî nîqaş dikin, îmze avêtin bin xebateke nû. Di çarçoveya pêşxistina refleksên geşedanên pêvajoyê de gelek rewşenbîr, entelektuel, siyasetmedar, akademîsyen û parêzer, sazî û dezgehên Kurdan civîna bi navê; 'bi eqlê kolektîf yekîtî' lidar xistin. Civîn li Salona Konferansê ya Otêla Dedemanê pêk hat. Civîn li ser banga Şaredarê Bajarê Mezin Osman Baydemîr, Endamê Komîsyona Makeqanûnê ya Kongreya Civaka Demokratîk Cabbar Leygara, Cîgirê Serokê Giştî yê HAK-PAR'ê Hasan Dagtekîn, Endamê meclîsa KADEP'ê Nadîr Yektaş, Serokê GUNSÎAD'ê Şah Îsmaîl Bedîrxanoglu û Parêzer Fethî Gumuş hat lidar xistin.
Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk Aysel Tugluk, Hevserokên Giştî yên BDP'ê Gultan Kişanak û Selahattîn Demîrtaş, Serokê Giştî yê HAK-PAR'ê Bayram Bozyel, Cîgirê Serokê Giştî yê KADEP'ê Lutfî Baksî, Sînan Çîftyurek, ji hewldana Dîcle Firatê Mûhîttîn Batmanli, Wezîrê berê Ziya Halîs, Siyasetmedarê Kurd Sertaç Bucak jî di nav de nêzî 50 nûnerên rêxistinên saziyên sivîl, parêzer, akademîsyen û navdarên Kurd tevlî civînê bûn.
Sedem ji bo Kurdan girîng e
Beriya civîna ku ji bo çapemeniyê girtî berdewam kirî Şaredarê Bajarê Mezin Osman Baydemîr daxuyanî da û bal kişand li ser eleqeya ji bo civînê. Baydemîr got; "Hemû dorhêlên Kurd li benda civîneke bi vî rengî bûn. Serdema 21'an ji bo Kurdan serdemeke gelekî girînge. Hêvîdarim ev serdem ji bo Kurdan bibe serdema serkeftin, aştî û diyalogê. Tişta ku li Tirkiyê deriyê çareseriya pirsgirêka Kurdan digire çiye? Em dikarin vî derî çawa vekirin? Em ê vana di civîna xwe de binirxînin.
'Tifaqa Kurda wesîleya aştiya cîhanê ye'
Baydemîr anî ziman ku ji ber konferansa netewî pêk nehatiye gelek dorhêl ji vê rewşê tengezar in û wiha axivî: "Beriya her tiştî Kurd dê tifaqa xwe çawa çêbikin? Ango heke tifaqa Kurdan pêk neyê dê çi bê jiyîn? Bi rastî jî em di dema borî de bê tîfaq çawa bûn, heke bê tîfaq bimînin ew ê heman tiştan bijîn. Lewma ez li ser navê komîteya amadekar dibêjim; bila ji vê civînê biryareke dîrokî derkeve. Tifaqa Kurdan nayê wateya dijberiya li hemberî Kurdan, ereban û farisan. Tifaqa Kurdan ew ê bibe wesîleya aştiya cîhanê."
'Sedema bombebaranê bê tifaqî ye'
Baydemîr anî ziman ku lewma divê vê civînê kesek wekî civîna dijberiya xwe nebîne û wiha pê de çû: "Heke îro bi ser me Kurdan de bombe tên barandin, zarokên me yên biçûk diavêjin girtîgehan û rastî destdirêjiyê tên, çavkaniya xwe ji neyêkitiya me Kurdan pêk tê. Em di vê rewşê de dikarin çi bikin? Em dikarin yekîtiya navxweyî xurt bikin û van pirsgirêkan ji holê rakin. Ez hêvî dikim ku ji vê civînê bersiva pirsên heyî bên dayîn."
Encamname dê were aşkere kirin
Piştî axaftina vekirinê ya civîna, 'Bi eqlê kollektîf yekîtî' civîn ji çapemeniyê re girtî berdewam kir. Encamnameya civînê dê îro civîn bidawî bibe bê aşkera kirin. Di civînê de mijarên wekî; "Li Rojhilata Navîn Kurd û xetereyên li ber Kurdan, rêgezên eqlê hevpar, wicdana hevpar û têkoşîna yekgirtî, makezagona nû, Kurd û konferansa netewî dê bên nîqaşkirin."
ANF/AMED