FEHMÎ KATAR BERLÎN Komeleya Yekîtiya Dêûbavên Kurdistanî li Berlînê YEKMAL e.V. 25 saliya xwe bi vekirina duyemîn baxçeyê zarokan ên Kurdî-Elmanî li Berlînê pîroz kir. Bi vî rengî êdî li Berlîn-Wedding û li Berlîn-Kreuzbergê êdî Baxçeyên Zarokan ên Piya hene ku Kurdistanî dikarin zarokên xwe bibin wan. Baxçeyê Zarokan a Piya a duyem a li Kreuzbergê bi şahiyekê hat vekirin û li şahiyê nûnerên Senatoya Berlînê, şaredariya Kreuzbergê, parlamenter, rêxistinên civaka sivîl û partiyên siyasî jî amade bûn. Di şahiya vekirina Baxçeyê Zarokan Piya a li ser rêya Maskeuer, li ser navê senatoya Berlînê, senatora Malbat û Ciwanan Sigrid Klebba nûnerê buroya berpirs ji întegrasyonê B. Zurniden, nûnera şaredara Friedrichshein-Kreuzbergê Monika Hermannê U. Aykal, nûnerê sendîkaya GEW´yê Lilo Martens, parlamenterên federal a Die Linke (Partiya Çep) Gokay Akbulut, Paskal Meiser, parlamenterên eyaleta Berlînê Hakan Taş (Die Linke), Turgut Altug (Partiya Keskan) di şahiyê de amade bûn. Koordînatora YEKMAL´ê pedagog Gunay Darici û koordînatora Piya ya li Kreuzbergê Ozgur Bendes mêvanên xwe li Baxçeyê Zarokan gerandin û duzimanîbûna li Baxçeyê Zarokan rave kirin. Mêvan paşê çûn Markthalle. Nimûneyeke girîng e Li vir Koroya xebatkarên YEKMAL´ê stran gotin. Gunay Darici xebatên YEKMAL´ê dan nasîn, û got YEKMAL di gelek warên perwerdeyê, çandî û civakî de êdî xizmeteke profesyonel dike. Senatora Berlînê ya Malbat û Ciwanan, Sigrid Klebba jî YEKMAL weke motoreke întegrasyonê bi nav kir û got, cihê pesndaynê ye ku YEKMAL´ê baxçeyekî din ê zarokan ji bo 45 zarokan vekiriye û got, “Ez YEKMAL´ê pîroz dikim. Duzimanîbûna vê dergûşê, Kurdî û Elmanîbûna wê bi ya min ji bo întegrasyoneke serketî nimûneyeke girîng e.” Zarokên Piyayê bi xwe jî stranên bi Kurdî û Elmanî gotin.