
Qirkirina miletên ne Misilman di salên dawî yên împaretoriya Osmaniyan de yek ji bûyer û trajediyên herî mezin ên Kurdistan, Rojhilata Navîn û heta dinyayê ye. Gelek caran bi hejmar û belgeyên dîrokî û şahidiyan behsa mijarê tê kirin. Di rastiyê de tişta qirkirinê anî serê mirovan û serhatiya van mirovan bi xwe dikare gelekî bêhtir tesîrker be û bêhtir rastiya wê qirkirinê li ser rûyê mirovî bixe. Tehliryan ê Talat Paşa li Berlînê kuştî û Komîtas Vardapat ê ku yekemîn muzîkjenê li Ewrûpayê di asta zanistî de ji rojhilat qebûlkirî ji bo vê yekê du mînakên baş in.
Min kesek kuşt lê...
Sogomon Tehliryan 2’yê Nîsana sala 1897‘an li Erzînganê hate dinê, 23’yê Gulana sala 1960’î li Emerîkayê koça dawî kir.
Di Hezîrana sala 1915’an de Tehliryan bi dê, sê xwîşk, zava û bi xwarziyê xwe yê du salî re hat koçberkirin.
Gava koçberiya bi darê zorê ya dewleta Osmanî bi navê tehcîrê dest pê kir, Tehliriyan 18 salî bû. Li gel malbatê û bi sedhezaran Ermenên ji jin û zarokan pêkhatî berê wan dan Dêra Zorê. Di rê de li gel zilma leşkerên Tirk wisa jî gundî û derdorên Tirk yên sivîl jî êrîş dikirin, her çi di barên wan de hebû talan dikirin û ew dikuştin. Cendirmeyan dest avêt xwîşka wî. Sogomonê ji serê xwe derb xwarî gava piştî du rojan hat ser hişê xwe cesedê kekê xwe li ser bedena xwe dît. Serê wî bi bivirekî hatibû parçe parçe kirin û xwîna wî jî bi ser Soghomon ve herikîbû. Di nav cesedan de yê diya wî jî hebû, lê eta xwe ya zarok di hembêz de û kekê xwe êdî nema dîtin. Jineke Kurd a navsere ew veşart, birînên wî derman kirin, piştre jî bi kincên Kurdî ew ber bi Îranê ve bi rê kirin. Sogomon pêşî li Îranê ma, paşê jî derbasî Gurcistanê bû. Li gel artêşa Rûs hat Erzînganê, xaniyê xwe yî wêranbûyî dît.
Sala 1920’an hat Berlînê. Tehliryan di 15’ê Sibata sala 1921’ê li kolana Hardenberg a Berlînê Talat Paşa yê ku yek ji paşayên sereke yên qirkirina gelê Ermen û wisa jî gelên din bû, bi guleyekê kuşt.
Ez ne kujer im
Sogomon Tehliryan di dadgehê de parastina siyasî kir. Gotina wî ya dîrokî wiha bû: Min mirovek kuşt, lê ez ne kujer im.
Tehliryan di encama darizandinê de beraet kir, ev babet niha jî bi pirsnîşanan ve dagirtiye. Elmanyayê çawa biryareke wisa dabû? Li gorî analîzên heta niha kirî, sedema vê yekê ew bû ku Elmanyayê nexwest doz dirêj bibe û vegere darizandina qirkirinê ku dewleta Tirk jî dê tevlî bibûya û wisa jî Elmanya bi xwe jî hevkarekî girîng ê Tirkan bû, di komkujiyê de jî risteke wê ya girîng hebû. A diduyê jî rewşeke şoreşgerî ya xurt li Elmanyayê li dar bû, vê jî bandor li her bûyerê û pê re jî li dadgehê kir. Ya sisiyê, bi rastî jî dozger û dadgerên wê demê yên Elman, Tehliryan wekî kujerekî nedîtin, kiryara wî di nav çarçoveya xweparastina gelekî de nirxandin.
Navekî pîroz li ber dilê gelê Ermen
Tehliryan piştî çalakiyê çû Sirbistanê, li wir bi Anahît Tatikian a ji Erzînganê re zewicî. Piştre demekê li Belçîkayê jiya û çû Emerîkayê. Di sala 1960’î de li Kalîforniyayê koça dawiyê kir. Li ser gora monûment a Tehliryan fîgûra qerteleke zêrîn û kevirekî di şiklê marî de hatiye çîklandin. Herwisa çend peykerên Tehliryan li Ermanîstanê jî hatine çêkirin.
Komîtas ango trajediya mirovahiyê
Komîtas Vardapet, Gomîtas ango bi navê rastîn Sogomon Kevork Sogomonyan. Ermen, helbestvan, muzîkjen, serekê koroyê û keşe.
Sogomon Sogomonyan di 26’ê Îlonê yan jî 8’ê Cotmeha sala 1869’an li Kutahyayê weke zaroka malbateke bi muzîkê re têkildar û Tirkîaxêv, hat dinê. Di yek saliya wî de dêya wî û di 10 saliya wî de jî bavê wî mir. Heta 1881’ê li cem dapîra xwe jiya, li dibistana Ruhban a Eçmîadzînê xwend û destûrnameya keşetiyê wergirt. Navê hozanê gel yê Ermen yê di sedsala 7’an de jiyayî Katolîkos Gomîdasî li xwe kir. Lê bi pênaseya Vardapet ku di wateya papazî de ye jî nasyar bû.
Doktoraya xwe li ser muzîka Kurdî çêkir
Piştî ku di Koroya Muzîkê ya Eçmîadzîn de cih girt, hat Berlînê û li Zanîngeha Kaiser Friedrich Wilhelm de li xwendina muzîkê dewam kir. Di sala 1899’an de doktoraya xwe ya muzîkê kir, xaleka balkêş ya di jiyana Komîtas de jî ev e ku doktoraya xwe li ser 13 berhevokên newayên muzîka Kurdî amade kiriye. Ev xebat niha jî di nav klasîkan de wek xebateke zanyarî ya girîng tê hejmartin.
Sê hezar newa berhev kirin
Li deverên gund û çolterên cihê geriya û bi qasî 3000 stranên gelêrî yên Ermenkî berhev kirin. Berhevkirinên wî yên Tirkî, Kurdî û Farsî jî hene.
Berhema wî ya herî navdar û resen Badarak a Lîtûrjî ya îlahî ye. Sala 1892’yan dest pê kir, lê nekarî biqedîne. Kesê yekê ye ku ji derveyî Ewrûpayê wek mirovê muzîkê di Cemiyeta Muzîkê ya Navneteweyî de hatiye qebûlkirin. Li Ewrûpayê, Misrê û li gelek deverên Tirkiyeyê muzîk îcra kiriye û gotarin pêşkêş kirine.
Piştî sala 1910’an li Stenbolê jiyaye. Koroya Gusan a ji 300 kesî pêkhatî, damezirandiye.
Bêmuzîk, bê peyîvîn û bikeser berê xwe da gorê
Piştî Qanûna Tehcîrê (Koçberiyê) ya 24’ê Nîsana sala 1915’an Komîtas jî di nav koma 235 Ermenên bijare de hat girtin. Roja din bi 185 Ermenên Stenbolî re li trênê siwar kirin û sirgûnê Çankiriyê kirin.
Ji ber zextên dîplomatên biyanî Talat Paşa neçar ma bi fermaneke taybet Komîtas û komeke hunermendên Ermen vegerîne Stenbolê. Komîtas piştî hişê xwe wenda kir, pêşî li nexweşxaneya Şîşlîyê û piştre jî li Parîsê di senatoryomekê de hat razandin, wisa jî 20 salên xwe yên dawiyê li wir derbas kirin.
Di 18 salên dawî yên jiyana xwe de hîç piyano bi kar neanî, helbest nenivîsandin, stran negotin û hîç nepeyivî…
Di 20’ê Cotmeha sala 1935’an de li Parîsê koça dawî kir.
