
Di dema tengaviyan de, wek tê zanîn carna mirov ji rihê xwe aciz dibe an jî bi kirasê xwe re şer dike û ji siya xwe re dibêje; de here wêda!.. Vaye ev mirovên ez behsa wan dikim ji bo wan kêliyan an jî ji bo deriyê teng in. Wek çawa ku pêşiyên Kurdan gotine: Di dema tengasiyê de yan mirovekî çê yan jî çiyayekî asê…
Gotina birêz Abdullah Ocalan a - gazî ji bo min nîvşehîd in- hêz û felsefeya wî ya jiyanê ye. Ev gotin ji bo wî ne gotineke ji rêzê ye û teqes dibêje; eger mirov bikare naveroka wê tijî bike û di jiyanê de bi kar bîne, mirov dikare li hemberê her cure astengiyê jî li ber xwe bide û bi ser bikeve.
Mayîna bêbext
Di temenê pir ciwan de, hîn di salên lîseyê de berê xwe dide nav refên mirovên azad. Ji Geverê ye lehengê me, çawa bikare xwe li hemberê pêleke wiha ya şoreşê rabigire…Li herêmeke mayînkirî, di paqijkirina mayînan de kar dike. Heta wê demê çend caran teqînên piçûk rûdidin, lê ev car ne wek yên berê ye. Di saniyeya teqînê de hizra ku di mêjiyê wî de çirûsk dide ev e: Vê carê ne wek carên berê ye Serhildan!
Di encama wê mayîna bêbext de çavên xwe li nexweşxaneyeke Başûr vedike. Lê bi tenê çavekî, herdu dest çûne û beşek ji sûreta wî jî lopikiye. Demeke dirêj naxwaze rewşê qebûl bike, her bi xeyala vegera çiyayên hêlîna bazan dinive û radibe. Lê mixabin temenê wê yê şerî hinde bûye. Derbasê Ûrisetê dibe û jiyana xwe ya nû wiha vedibêje: “Li riyan diçûm, an li mirovan diqelibîm an jî li dîwar û dîrekan diketim. Divabû yek li ba min baya. Nexwe wek kêvjalekê kêlekî bi rê ve diçûm. Heta min pergala çav û bedena xwe ya nû baş nas kir. Gelek bûyerên pêkenî û wisa jî xemgîrî qewimîn.”
Serhildan Reşko
Li Ewrûpayê ji aliyê gelek Kurdî ve tê nasîn. Ji xebatên nav gel heta ragihandinê di gelek waran de xebitiye, xizmeta şoreşê kiriye, helbet ev kar ji bo wî bêdawî ye û hîn jî bi awayekî çalak li ser karê xwe ye.
Fermandar…
Piştî salên dirêj gava min dîsa ew dît destên wî li ser compûterê û xerîkê amadekirina nûçeyan bû. Bê ku ez bifikirim û vîna xwe bişuxulînim ji devê min ev gotin pekiya: “Fermandar!..”
Serê xwe rakir, ez hêdî hêdî pîvam û bi dengekî gumanber pirsî: Fermandarê çi? Ev ji ku derket? Ez nesekinîm, min xwe avêt hembêza wî û ew maçî kir. Ya rastî ev lebata min a piçek jî wek zarokan zêde li xweşa wî neçûbû. Mîna ku bêje: Dînekî ji me kêm bû! Ev eletewş ji ku derket?!
“Hevalê Serhildan ez nehatime bîra te?“
Bi kinahî got: “Na, me kengê hev dû dîtiye?”
Dawiya sala 2001´ê bû.
Vêca keniya, ew mirûza tirş li ser rûyê wî belav bû û got: “Hevalê hêja ji wê salê ve belkî bi sedan heta bi hezaran heval di tûrkê bîra min de, di hişê min de derbas bûyîn, ma ez çawa te ji bîr nekim?!”
Guhdarên hêja!...
Bi vê gotinê re piçek şewq û kelecana min daket, dikarim bêjim hindek jî şikestim lê min deher nekir. Piştre sohbeta me dewam kir û me mehekê bi hev re karê navenda nûçeyan a Radyoya Dengê Kurdistanê kir.
Min rê nedidît ku ez li ser jiyana wî ya taybet pê re biaxivim, ma ne hevalên wiha di nav çarçoveyeke fermî de diaxivin. Gava min jê tika kir ku em hindek li ser taybetiyên wî biaxivin wiha got: “Helbet hevalê hêja. Ma tu nizanî ji bo me babetên taybet nîne, em ji bo doza xwe û gelê xwe ne.”
Çavkaniya jiyanê
Min jê re jidil wiha got: “Heval ez ji aliyê bedenî ve saxlem im, dest û ling û wekî din çavên min hene, lê ez gelek caran ji jiyanê aciz dibim, jiyan li ser min dibe barekî giran. Mîna hemalekî li ser kaş û palên nêrdewanên Bedlîsê yê di bin bar de xwe hîs dikim û bi çar çavan li bendê dimînim ku ka kengê ji vî barê giran rizgar bibim! Baş e, tu bi vî awayî çawa dikarî wiha bi şox û şeng, bi dilşadî û wisa jî hêzdar bijî?”
Serhildan keniya û got: “Divê ji bo mirovan çavkaniyên hêzgirtina jiyanê hebin, ez ya xwe ji Serokatiyê digirim. Ji bo jê re bibim hevrêyekî baş kar dikim. Doza gel û ev şerê li ser me jî dike ku bêtir li karê xwe germ bibim. Helbet gelek zehmetî jî hene lê wekî din ti rê nabînim û ji bo min nîne jî.”
“Guhdarên hêja ev der radyoya dengê Kurdistanê ye roj baş!”
Her kê ji we guhdariya vî dengî nekiribe, teqes we tiştek girîng wenda kiriye…
Jiyan pir alî ye
Baş e, di jiyanê de gelek aliyên din jî hene. Mirov caran nikare bi destekî jî karê xwe û pêdiviyên xwe pêkbîne. Di wan rewşan de bê dest, bi çi rêbazî pêdiviyên xwe bi cih tînî?
Li ser vê pirsê jî Serhildan wiha got: “Ez bawer im tu behsa razan, rabûn, serşûştin û karê xwarin marinê jî dikî. Di nav demê de mirov fêrî gelek tiştan dibe. Li dinyayê pir kes hene ku bi organên kêm ve di asta mûcîzeyan de xwe bi pêş dixin û ji mirovên saxlem bêtir bi jiyanê ve girêdayî ne. Ez gava li malê bi tenê bim, ji xwe re xwarinê jî çêdikim, (dikene) xwarina min jî gelek xweş e û divê tu carekî misoger jê tahm bikî…Pêdiviyên din jî wek min gotî, di nav demê de mirov xwe li gorî rewşa nû ya bedena xwe saz dike. Ew ne hinde zehmet in…”
Mixabin xwarina ji destê heval Serhildan nebû qismetê me, lê ji awayê jiyanê û felsefeya wî li cem me gelek tişt man.
Divê her kes herî kêm rojê carekî ji xwe pirs bike, gelo ne ev dest û çav bûna, mine çi bikira û ezê çawa bijiyam?...Wê demê mirov baştir li bilindiya hevalên wek Serhildan Reşko jî têbigihije…
