Mêvana 2'yemîn ê Mîhrîcana Çand û Hunera Kurdî ya Stenbolê ya ji aliyê Navenda Çandê ya Mezpotamyayê ve hat lidarxistin, Yelda Abbasî bû. Konsera hunermendê bi nav û deng yê Şingalî Tehsîn Xidir bi xwe ji ber ku ji Başûrê Kurdistanê çûyîna wî ya Tirkiyeyî asteng kir, hat betalkirin.
Konsera li Şanoya Kenterê hat lidarxistin, bala guhderan kişand ser xwe. Ji ber ku gelek kes beşdarî konserê bûn, gelek welatî li ser piya man û bi kêf û peroş guhdariya Abbasî kirin. Piştî konserê NÇM´ê plaket diyarî Abbasî û koma wê kir.
STENBOL