Navenda Çand û Hunera Vejîn îsal xelata kesayetiyê salê ya Beriya Zêrîn, da hunermanda Kurd a Xorasanê Yelda Ebasî.

Li bajarê Merîwana Rojhilatê Kurdistanê, di Şeva Yelda de, ji aliyê Navenda Çand û Hunera Vejîn ve rêûresmeke taybet hate sazkirin. 

Ji Îlamê heta Makoyê, nivîskar, helbestvan û çalakvananên çandî û hunerî yên Rojhilatê Kurdistanê jî di rêûresmê de amade bûn. 

Di rêûresmê de xelata salane ya Beriya Zêrîn a ku didin kesayetên hilbijartî yên Rojhilatê Kurdistanê, îsal dane endezyar û stranbêja Kurd a Xorasanê Yelda Ebasî.

 Xelata xwe ji destê Kelîmûllah Tewahûdî wergirt

Yelda Ebasî xelata xwe ji destê nivîskar û dîroknasê navdar ê Kurdê Xorasanê Kelîmûllah Tewahûdî wergirt. 

Tewahûdî di dema dayîna xelatê de got: “Ev xelata gelê Kurdistanê berpirsiyariyeke mezin dixe ser milê vê hunermendê.”

Piştî wergirtina xelatê Yelda Ebasî jî ragihand, ku ew dê zêdetir li ser pêşxistina kultur û hunera Kurdî kar bike.

 Di rêûresmê de her wiha xelata hevnîştimaniya salê ya bajarê Merîwanê dane çalakgerê jîngeparêz Şerîf Bacwer.

6 sal in xelatê didin

Navenda Vejîn 6 sale xelata Beriya Zêrîn dide kesên ku roleke bihêz di pêşxistna çand û hunera Kurdî de lîstine. 


MERÎWAN