Li paytext Atîna û hin cihên din agir bi gelek cihan ket, di navbera polîs û xwepêşandêran de pevçûnên dijwar rû dan. Li ser bangewaziya Konfederasyona Xebatkarên Gelemperiyê (ADEDY) û Federasyona Sendîkayên Karkeran (GSEE) deh hezaran kes daketin qadan û bi hezaran kes li ber parlementoyê kom bûn. Xwepêşandana herî qelebalix li qada Sintagma ya li ber parlementoyê pêk hat û di encama pevçûnên di navbera xwepêşandêr û polîsan de 50 jê polîs, bi giştî 70 kes birîndar bûn.
Mûzîsyenê Yewna Mikis Theodarakis jî di mitîngê de axivî û got; “Li hundir mirina Yewnanîstanê diavêjin dengdanê.” Polîsan bi bombeyên gazê, êriş kirin û muzîsyen Theodorakis û siyasetmedar Manolis Glezos ji vê yekê bandor bû.
Bi sedan kes li ber mala Serokwezîrê berê Sîmîtîsîn kom bûn û dirûşimên “xayîn, xayîn” qêriyan û polîsan jî tedbîrên xurt li derdora malê girtin.
Hin xwepêşandêran jî bi molotofan êrişê nivîsgehên parlementeran kirin û tevî sînemaya Atîkona ya dîrokî, agir berdan 13 banka û qereqolên polîsan. Bi taybet di nava şêniya ciwan a Yewnanîstanê de rêjeya bêkariyê ji sedî 48 e û hin siyasetmedaran ji ber van bûyerên dawiyê xwestin li Atinayê rewşa awerte were îlankirin. 

ANF/ATÎNA