Di nav welatên Yekîtiya Ewrûpayê (YE) de di ragihandina bi telefona mobîl de, heqê gerîna mobîl hate rakirin. 

Operatorên telefonên mobîl dema ku li welatên YE’ê girêdan saz dikir heqê gerînê li aboneyan dibirî, ev heqê gerînê ji niha û pê de wê nema were dayin. 15’ê Hezîranê ev heqê ku operatoran distandin hate rakirin. Bi vî rengî jî abone ji heqê zêde yê gerînê ku dema di nav welatên Yekîtiya Ewrûpayê de li hev digeriyan û di girêdana înternetê de didan, xilas bûn. Guherîna bi navê ‘Gerîna weke malê’ ji hêla Parlamenta Ewûpayê ve hate erêkirin û sazkar bû.

Bi vê guherîna qanûnê re tarîfeyên ragihandinê yên telefonên mobîlê ji 15’ê Hezîranê ve wê kêmtir bibin.

Bi vî rengî jî di nav welatên YE’yê de aboneyê bikarhêner ê operatorê telefonê, dema ku çûn welatên Ewrûpayê di ser tarîfeya xwe re dikare biaxive. Bikarhêner wê heman tarîfeyê bi kar bînin û di ser re pakêtên xwe bê pereyekî zêde wê bikarbin bi kar bînin. 


 NAVENDA NÛÇEYAN