Dîdeban

Azîz Nesîn hêj di salên nodî de gotibû ku ji sedî şêst ji miletê Tirk ehmeq in û ev jî ji aliyê nijadperest û kevneperestên wê demê ve bûbû sedemên bertekên hovane. Wê demê Nesîn bi kuştin û sotinê re rûbirû mabû. Her çiqas di vê demê de ev rije li dora ji sedî pênciyî jî be, partiya qaşo komarparêz CHP carek din gotinên Nesînî îspat dike. Di vê encamê de gunehbariyeke mezin li ser wan e. 

Miletê Tirk wek serdema piryezdanî ya olên kevnar bi destê xwe pût, senem û yezdanên ji heriyê çêdike, şikil û nemûş lê dineqişîne, dûvre li ber çok dide û jê re ayînê dike. Yezdanê kevin Atatûrk bû, yê îro jî Erdogan e. 

Li mercên ku tevahiya medya û ragihandin hatibe desteserkirin, meclîs, dad û asayîş di xizmeta tîranî de bin, nîvî ji welat hatibe talan û wêrankirin, mirov hatibine koçberkirin, rêveber û endamên partiyên siyasî yên muxalif hatibine zindanîkirin, bi hezaran endamên wê jî bi awayên cûr bi cûr hatibine dersînorkirin û bi sedan egerên wiha jî mirov dikare lê zêde bike de, wê çawa pêşbaziyeke wekhev û adil pêkbihata? 

Ya rastî ev kesê ku niha vegeriyaye pûtekî ji heriyê di rastiyê de ne hinde wêrek û hêzdar e, nemaze ev wek planeke dewleta Tirk a li dijî şoreşa Kurdistanê hat amadekirin. Qesr û qonaxên heramzadeyî jê re hatin lêkirin. Ne xwe wî nedikarîbû bi vê zanîn, feraset û dûrbîniya xwe ya kor û tarî hinde bandorê li ser qedera Kurdistan û Tirkiyeyê bike.

Li gel tevahiya stem, zext, teror û barbariya dewleta Tirk û serokê wê Erdogan jî bakurê Kurdistanê di vê lîstika qirêj a navê referandûmê lê hatî kirin de bi ser ketiye. Divê mirov du xalan ji bîr neke; yek jê ev e ku dewleta dagirker di xendek, kolan û bajarên wêrankirî de serserkî li nav qirêjiyê ket. Gelê Kurd li gel hinde barbariyê jî rûmeta xwe parast, ji dijminan re got, na û bi paqijî derket. Li aliyê din jî hêz û saziyên destûlingên dewleta Tirk yên wek KDP’ê û dirêjiyên wê yên li Bakur jî ji kerê de ketin. Ew jî bi çar çavan li bendê bûn ku Bizava Azadiyê rijeya dengan kêm bike. Lê nebû, ew her bi xizmeta ji dijminan re man. Rûreşiya wan a dîrokê wek lekeyeke reş li ser eniya wan mayînde ye.

Em cardin li nivîskar Azîz Nesîn vedigerin. Nesîn li ser babeta rewşa xefletê ya rewşenbîrên Tirk a li hemberî cuntaya 12’ê Îlonê çîrokeke wiha nivîsandibû. 

Di dem û serdemekê de ker jî xwedî welat bûn, bi zimanê xwe diaxiviyan û bi çanda xwe jî dijiyan. Li nav çiya û newalên şên û şênber, tijî keskahî, gul û giha de jiyaneke wan a pir têr û bi adan hebû. Wisa di berxteweriyê de bûn ku haya wan ji felekê nebû. Dem hat rewşa hawîrdor guherî. Xeber giha wan ku qefleyên guran dor li wan girtine û divê demildest li çareya serê xwe binêrin. Lê wan guh neda û li jiyana xwe ya di xefletê de dewam kirin. Gur her nêz bûn û her agahî ji wan re hat, lê bêhude ye. Kerên bitir û ziktêr wan agahiyan wek derew hesibandin. Gur heta ber çavên wan jî hatin lê wan got: Xem nake, ew xisarê nadin me, qey çi dibe bila ew jî li van deveran ji xwe re bihiwêrin. Gava diranên guran di gewriyên wan de asê bûn, êdî zimanê wan lal bûn. Ji wan re bi tenê; aî aî aî ma. Niha rewşa partiya CHP û aliyên qaşo kemalîstên demokrat jî wiha ye. 

Vê gavê ew hindek lerizîne lê hêj diranên gurî di gewriya xwe de nedîtine. Gava ew jî pêkhat hê ji nû ve wê qêrîn bi wan bikeve, lê wê demê jî ji wan bi tenê zirîna keran bimîne.

Gelê Kurd û aliyên pêşverû ji vir şûnde jî wek berê wê li têkoşîna bi rûmet dewam bikin. Gava ew dem hat misoger wê yezdanokên ji heriyê, tac û textên heramzadeyan li ber lingan biçin.