NAZIM DAŞTAN / DÎHABER/REQA


Şerê Cenga Mezin di roja 71’ê de didome. QSD’ê di şer de heta niha 14 tax ji destê DAIŞ‘ê rizgar kirin û ji sedî 50 axa navenda Reqayê xistiye bin kontrola xwe. Bi hezaran welatiyên sivîl ji destê DAIŞ’ê rizgar kirin. Yekîneyên Jinên Şengalê (YJŞ) ku piştre tevlî operasyona Cenga Mezin bûn armanc kirin ku tola xwe ji DAIŞ’ê hilînin, gelek dîl ji destê DAIŞ‘ê rizgar kirin. 

Ji kesên YJŞ’ê ji destê DAIŞ’ê azad kirin yek jê Saleh Hesen Reşo ye. Gava ferman bi ser Êzîdiyan de hat Reşo hîn 11 salî bû. Di wî emrê xwe yê biçûk de tevî 7 endamên malbata xwe dîl kete destê DAIŞ’ê. Malbata Reşo ya ku ji Xanesorê ye, piştî dîl hatin girtin ew bi êşkence û zorê bûn misilman û DAIŞ’ê ew birin Mûsilê. Reşo tevi çêwiyê xwe Sebah ji malbatê hat qetandin û bi darê zorê ew bû çeteyekî DAIŞ’ê. Piştî vê yekê DAIŞ Reşo dibe Hama, Humus, Mansura, Tabqa û Reqayê. Di perwerdehiya olî û leşkerî re derbas dike. Her çendî Reşo niha ji destê çeteyan rizgar bûbe jî hîn 30-35 xizmên Reşo di destê DAIŞ’ê de ne. Ji bilî xwîşka wî ji endamên malbata wî tu agahî nayê girtin. 



Bi dehan zarên Êzîdî qetil kirin


Reşo piştî di şerê li Reqqa de ji aliyê YJŞ‘ê ve hat azadkirin diyar kir ku roja ku li Mûsilê jin, zarok û mêr ji hev cuda kirin, ji malbata xwe qetiye û Reşo got:  “Ez û Sebah birin zindana ku zarok lê diman. Dema li zindana Mûsilê zarok ji hev diqetandin qêrîna wan li erş û ezmanan belav dibû. Dema em li Mûsilê bûn em gelek caran rasti êşkenceyê hatin. Bi zorê ez kirim Misilman. Bi dehan zarokên Êzîdî yên qebûl nekirin li ber çavê min hatin kuştin. Ji ber ku ez tirsiyam min Misilmanî qebûl kir. Pişti Mûsilê em koma ku ji 14 zarokan pêk dihat birin Reqayê û derdora wê. Em kom bi kom derbasî Sûriyê dikirin. Ne digotin em we dibin ku. Cihê ku em çûnê, me perwerdehiya olî û leşkerî dît. Di serî de perwerdehiya kaleşnîkof û çekên din me dît.” 


Perwerdeyên taybet


Reşo, anî ziman ku piştre ew birine navendên Hama, Humus, Mansura û Tabqayê û herî dawî ew li Reqayê hiştine û got: “Em li her bajarekî 3-4 mehan hatin hiştin. Bi taybet bi me eleqeder dibûn. Xwîşka min Sebah ji min neqetandin. Her dem bi min re bû. 



Zarokên Êzîdî bi kar tînin


Reşo, anî ziman ku car caran bi dizî ew û xwîşka xwe bi Kurdî bi hevre diaxivîn û wiha pê de çû: “Dema endamên DAIŞ‘ê em ferq dikirin jî, gef li me dixwarin û dixwestin em carek din bi Kurdî neaxivin. Herî dawî ez ji Hama anîm Reqayê. Ez tevî endamên DAIŞ’ê li Reqqa hatim rawestandin. Piştî demekê ez birim eniya şer. Çend nokteyên ku DAIŞ lê bû balafirên şer bombe kir. Endamên DAIŞ’ê di nava DAIŞ‘ê de asê mane. Li wir zaroken Êzîdî jî dixin nava şer.” 



Li cihekî ewle ye


Reşoyê piştî 3 salan li Reqaya Kevin ji destê DAIŞ‘ê hat rizgarkirin da zanîn ku di nava bajêr de wan bi zorê dixin nava şer û got: “Ez li vir ji xwîşka xwe Sebah qetandim. Di operasyonê de 10 endamên DAIŞ’ê yên li cem min hatin kuştin û ez azad bûm. Lê niha xwîşka min li ku ye ez nizanim.” Reşo piştî hat rizgarkirin ji aliyê şervanen YJŞ’ê ve li cihekî bi ewle hat bicihkirin.