YMK´ê di kongreya xwe ya 16´an de biryar da ku xebatên xwe xurttir bike ji bo fermîkirina perwerdeya du zimanî ya Kurdî-Elmanî li Elmanyayê û da zanîn ku ew ê ji bo zimanê Kurdî tevî saziyên din kampanyayan bi rê ve bibe.

MURAT MANG / BIELEFELD

Yekîtiya Mamosteyên Kurd a Ewrûpayê (YMK) 16. kongreya xwe li bajarê Elmanyayê Bielefeldê bi beşdariya endamên xwe û mevanên ji sazîyên ziman û perwerdeyê pêk hanî.

Kongre di seet 13.00 an de li hola Internationales Begegungszentrum Friedenshaus e.V (IBZ) bi rezgirtinê dest pê kir. Piştî rezgirtinê ji bo axaftina vekirine Serokê YMK´ê yê heta bi kongreyê, Abdulqadir Ulumaskan hat ser dikê.

Ulumaskan, bi xêr hatina mevanan kir û got, “Beşdariya devlemend a îro moral û hêzê dide me. Kesên kû ji bo zimanê Kurdî ked dane û didin, em wan pîroz didkin.“

Pişti axaftinan ji bo rêvebirina kongreyê Cahît Kaplan, Xiyas Stêrk, Avesta Aydin û Hamalîkî Shîkha ji bo dîwanê hatîn hilbijartin. Paşê peyamên saziyên beşdar hatin xwendin yan jî dayîn.

Saziyên Kurdan amade bûn

Li ser navê KNK´ê Avesta Aydin, Serokê Înstituya Kurd li Elmanyayê, Fevzî Ozmen, Serokê Inîsiyatîfa ji bo Kurdistanê Aşitî û Hevî Emine Gozen, Inîsiyatîfa Malbatên Kurd ya Bielefeldê, Fêrkirin û parastina zimanê Kurdî li Sûriyê, Desteya Perwerde a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Komela piştgiriyê Hak-Par Ewrûpa, Dostanîya Kurdên Elmanya, NAVEND – Navend ji bo lêkolinên Kurdî, Komela Hindekarîya Swisrê jî di Kongreyê de amade bûn û daxwaza serketina YMK´ê bi peyamîên xwe îfade kirin. Van saziyan ji bo xizmeta zimanê Kurdî xwe berpirsyar dit. YEYMALê û Kurd-Akadê ji peyamên xwe ji bo serketinê ji Kongreya YMK´ê re şandin.

Li çareseriya pirsgirêkê hat gerîn

Piştî xwendin û dana peyaman, raporên xebatê û yên darayî yên du salan hatin xwandin. Paşê jî minaqeşeya mamosteyên Kurdî dest pê kir. Kêmasiya xebatan, kêmasîya di karên burokratîk de, helwêsta dewleta Elman beramberî zimanê Kurdî, pirskirêken zimanê Kurdî li nav Eyaletên Elmanya, qanûna perwerdehiyê ya eyaletên Elmanya û pirskirêka kêm beşdarbûna dersa Kurdî ya zarokên Kurd di van minaqeşeyan de derketin pêş. Wekî din peyama encam a weke “zimanê Kurdî giredayî ti partiyan nîne, dibe ku ji bo zaravayên din ji xebat bên kirin, hemû saziyên Kurd li tevahiya Kurdistanê ji bo ziman karekî hevbeş pêk binîn.” Di minaqeşeyan di warê bipêşxistina karên misogerkirin û berfirehkirina dersên Kurdî li dibistanan, lê her wiha li zanîngehan, fermîkirina perwerdeya du zimanî ya Elmanî-Kurdî de jî biryar hatin wergirtin.

Piştî niqaşan herdû rapor hatin erêkirin û paşê revebîriya nû hat hilbijartin. 11 kes ji bo revebiriyê nû hatin hilbijartin. Ji bo serokatîya YMK serokê berê Abdulqadir Ulumaskan ji nû ve hat hilbijartin.

 
 

Fermîkirina perwerdeya duzimanî

 

Di Kongreya 16´an a YMK´ê de ji bo plansaiuya du salên pêş hin pêşniyaz hatin kirin û gelek ji wan piştî minaqeşeyên li kongreyê hatin qebûlkirin. Hin ji biryarên hatine dayîn ev ên li jêr in:

  • Dewamkirina daxwaza perwerdeya du zimanî (Kurdî-Elmanî) ji wezaretê.
  • Birêvebirina kampanyayên ji bo zimanê Kurdî tevî saziyên din.
  • Li zanîngeh û Dibistanên Mezinan (Volkshochschule) dayîna dersên Kurdî.
  • Birêvebirina kursên ji bo mamosteyên Kurdî.
  • Ji bo standartkirina materyalên dersê bi saziyên tekildar re xebatên hevbeş wê bên kirin.
  • Danîna peywendiyan bi çapemeniya Kurd re û weşandina xebatên YMK´ê di çapemeniya Kurd de.
  • Danîn û xurtkirina peywendiyên bi saziyên Kurd li Ewrûpayê û bi mamosteyên Kurdî re.
  • Xurtkirina peywendiyên bi GEW, saziyên ziman û perwerdeyê li Ewrûpa, wezaretên perwerdeyê ûş hemû saziyên Kurd re.