Fraksyona YNK’ê bal kişand ser rewşa Kobanê û wiha got: “Îro Kantona Kobanê di rewşekî dijwar re derbas dibe. Lewra me berî zêdetirî meh û nîvekê daxwaz kir ku parlamentoya Herêma Kurdistanê civîneke lezgîn li ser rewşa rojava lidarbixe. Lê mixabin serokatiya parlamentoyê bêyî hest bi rewşa dijwar a Kobanê û binpêkiria rêziknameya navxwe ya parlamentoyê bike, ew rûniştin lidarnexist. Ji bilî vê yekê serokatiya parlamentoyê dikarî lijneyeke parlamentoyê erkdar bike ku serdana rojavayê Kurdistanê bike. Wê demê ji bo xelkê berxwedêr giringiyekî maddî û manewî bû, lê li himberî vê yekê bêdengî hilbijartin.”


Bêdengiya li dijî dagirkeriyê

Di berdewama daxuyaniyê de wiha tê gotin: “Gelê Kurdistanê dizane rojavayê Kurdistanê berî êrişên li dijî Kobanê, ji ber girtina sînor, giraniya tiştan û alîkariyê bi pirsgirêkên mezin re rû birû ye. Herwiha alîkarî nekir ku nûnertiya kantonan li Herêma Kurdistanê were vekirin. Lê îro êriş û dagirkarî li Kobanê heye û herwiha welatiyên sivîl penaber bûne. Ji nû de serokatiya parlamentoyê ji bo helwestên xwe yên cihê şermezariyê daxwaz dike ku şandekî parlamentoyê bişîne Kobanê. Tevî ku me nûnerê xwe ji bo wê şandê diyar kiriye û ji bo tiştên nerast li ser dîtina me neyên gotin, bi dîtina me şandina wê şandê gelek dereng ketiye û nikare êşên Kobanê kêm bike.”

´Bila parlement bicive´

Fraksyona YNK’ê li parlamentoya Herêma Kurdistanê daxwaz kir ku nûnertiya Kantonên Rojava li Herêma Kurdistanê werin vekirin û di dawiya daxuyaniyê de wiha tê gotin: “Lewra em daxwaz dikin ku serokatiya parlamentoya Kurdistanê li gor rêziknameya navxwe ya parlamentoyê, deshilata wê yekê heye endamên parlamentoyê vexwîne civînek awarte. Herwiha deshilata xwe bikarbîne û civîna parlamentoyê lidarbixe. ”

SILÊMANÎ