YNK’ê di daxuyaniyaxwe de wiha dibêje: “Berî her tiştî pêwîstiya wê rêveberiya li Rojava bi piştgiriya Herêma Kurdistanê heye. Divê hikûmet û hêzên siyasî piştgiriyê bidinê‫.”‬ YNK radigihîne ku ew serbilindin beşdarî vê merasîma dîrokî bibin û wiha dibêje: “Gelê kurd li gel gelên din bi salan rastî zordarî û stemkariya deshilatê hatiye, bi vî awayî bi sed hezaran welatiyên kurd ji nasnameya xwe bê par hatin hiştin.” Civata navendîya YNK’ê da zanîn ku pêwîstiya herêma Rojava bi deshilatekî xwecihî heye û wiha dibêje: “Naveçeyek azad û aram, pêwîstî bi avakirin, xizmetkirin, rêveberiyekî xwecihî û deshilatekî yasayî heye. Berî her tiştî jî pêwîstiya vê rêveberiyê bi piştgiriya Herêma Kurdistanê, hikûmet û hêzên siyasî heye‫.”‬


Em piştgiriyek tam didin

YNK’ê pîrozbahiya gelê Rojava kir û wiha dibêje: “Em wekî civata navendî ya YNK’ê bi boneya ragihandina rêveberiya xwecihî û ragihandina her sê kantonên Cizîr, Kobanê û Efrînê bi awayekî demokratîk, bi keyfxweşî pîrozbahiya gelê kurd li Rojavayê Kurdistanê dikin. Em hêvîdarin ev pêngava giring, demokratîk û dîrokî bibe mînakeke demokrasiyê ya ji bo hemû netewe, ol û aliyên din ên Sûriyê. Her wiha ji bo bibe bingehek ji bo damezirandina hikûmetekî federalî ya li Sûriyê. Her wiha em piştgiriyekî tem didin xebata rewaya gelê kurd a li Rojavayê Kurdistanê‫.”‬

Rojava hêz da şoreşên me

Civata navendî ya YNK’ê di dawiya daxuyaniya xwe de wiha dibêje: “Em dixwazin vê rastiyê bêjin ku em bi tu awayî piştgiriya kurdên Rojava ya di serdemên giran û dijwar yên sala 1975’an û destpêkirina şoreşa nû ya gelê me de ji bîrnakin. Bi ruh û malê xwe piştgiriya serkeftina şoreşa gelê kurd a li başûrê Kurdistanê kirin. Îro em jî wekî erkê li sermilê xwe dibînin ku piştgiriya xebata rewa ya Rojavayê Kurdistanê bikin‫.”‬

HEWLÊR