Di nava geremola siyasî ya li Başûrê Kurdistanê û di bin tesîra dijwar a encamên referandûmê de wiha diyar e ku Hilbijartinên parlamen û serokatiya herêmê li Başûrê Kurdistanê wê bên taloqkirin. Endamê Polîtburoya YNK´ê Sedî Ehmed Pîre jî da zanîn ku piştî civîna aliyên siyasî dibe ku ev biryar bê dayîn.

Endamê Polîtbûro û berdevkê partiyê yê YNK’ê Sedî Ehmed Pîre, diyar kir ku ew ê daxwaz bikin ku hilbijartinên Serokatiya Herêma Kurdistanê û parlamentoyê werin taloqkirin.  Dema ku referandûmê li Başûrê Kurdistanê hat diyarkirin, Lijneya Bilind a Hilbijartinan weke dema pêkanîna hilbijartinên parlamenê û serokatiya Başûrê Kurdistanê 1´ê Çiriya Paşîn diyar kiribû. Endamê Yekîtiya Nîştîmaniya Kurdistanê (YNK) û berdevkê partiyê Sedî Ehmed Pîre, ragihand ku ew ê weke YNK daxwaz bikin ku hilbijartinên Serokatiya Herêma Kurdistanê û parlamentoyê bêtin bipaşxistin.

Berdevkê Polîtbûroya YNK'ê Sedî Ehmed Pîre doh li Ofîsa YNK'ê ya Hewlêrê têkildarî bidawîhatina serdanên sersaxiya Sekreterê Giştî yê  YNK'ê Celal Talebanî yan jî Mam Celalê Kurdan û îdîayên ragihandina PDK'ê ya ku 'YNK'ê daxwaza salek û 6 mehan a paşxistina hilbijartinên Herêma Kurdistanê kiriye û PDK'ê nepejirandiye' civîna çapemeniyê li dar xist.


Alî neciviyane ku biryarê bidin!

Berdevkê YNK'ê Sedî Ehmed Pîre got; "Ne YNK û ne jî PDK'ê daxwaza bipaşvexistina hilbijartinan nekiriye. Heta niha aliyên siyasî neciviyane ji bo biryarê li ser bipaşvexistin yan pêkanîna hilbijartinên bên ên Herêma Kurdistanê bidin.”

Pîre di dewama axaftina xwe de wiha axivî; "Weşandina nûçeyên wiha, baweriya me ya bi Kanala Rûdawê nahêle. Di dawiya vê hefteyê yan destpêka hefteya bê de, wê aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê bicivin. Wê biryarê li ser dema hilbijartinên Herêma Kurdistanê bidin."

 

Mamika namzetan

Tevî van daxuyaniyan jî heta niha yek namzetê serokatiya herêma Kurdistanê karî navê xwe tomar bike. Miracaeta namzetê Tevgera Gorranê ji bo serokatiya Başûrê Kurdistanê Mihemed Tofîq Rehîm ji aliyê Lijneya Bilind a Hilbijartin û Referandûmê ve hat redkirin bi îdîaya ku çend saetan dereng maye. 

Lijneyê dema biryara xwe 3´yê vê mehê eşkere kir ku heger namzet nebin, wê hilbijartin jî pêk neyên.


Hilbijartinên serokatiyê

7’ê Hezîranê de biryar hatibû dayîn ku referandûm çêbibe, di heman demê de biryar hatibû dayîn ku hilbijartinên serokatiya Başûrê Kurdistanê û parlamena wê jî di 1’ê Çiriya Paşîn a 2017’an de çêbin.

Diviyabû hilbijartinên serokatiya Başûrê Kurdistanê di Tebaxa 2013’an de bi rê ve biçûna. Lê, di wê demê de bi biryara parlamenê dema serokatiya herêma Başûrê Kurdistanê ya serokê Giştî yê PDK’ê Mesûd Barzanî ji bo 2 salan hate dirêjkirin.

Biryar bû di Tebaxa 2015’an de hilbijartinên serokatiya herêma Kurdistanê hatiba kirin lê, nehatin kirin. Ji hingê ve jî krîza siyasî ya Başûrê Kurdistanê veguherî krîzeke pirr alî. Ji ber ku duyemîn partiya mezin a li parlamena Başûrê Kurdistanê Tevgera Gorran nerazîbûn raber kir, PDK´ê, ketina serokê parlamenê Dr. Yûsif Mihemed ê ji Tevgera Gorran a Hewlêrê asteng kiribû û wezîfeya 5 wezîrên ser bi Gorranê jî dabû sekinandin.

 

Parlamena bê Gorran

Parlamentoya Başûrê Kurdistanê ji 12’ê Cotmeha 2015’an ve girtîbû. Beriya referandûmê bi çend rojan hatibe vekirin jî Tevgera Gorran û Komela Îslamî ya Kurdistanê tevlî rûniştinê nebûbûn.

Di hilbijartinên parlamentoyê yên sala 2013’an de li Başûrê Kurdistanê, PDK 38 kursî, Tevgera Gorran 24, YNK´ê 18, Yekgirtûya Îslamî 10, Komela Îslamî jî 8 kursî girtibû. Bi giştî jî 111 kursiyên parlamentoyê hene. Yên din jî ji kêmîneyan re weke kota hatibe veqetandin. 

ROJNEWS / HEWLÊR