Dema xelkê Başûrê Kurdistanê li hember rejima Baas serî hila, hemû di aramancêk da gihiştin hev, ew jî xelasbûn ji Rejêmê û dagîrkarî bû. Hêzên sîyasî a Başûrê Kurdistanê bê amadekarî ketin pêvajoyê ji ber kû hêzên wan a serbazî ji sala 1988 ji ber operasyonên Enfal hatîbûn dersinurkirin, lê bi serhildana gel herêmeke defakto derket holê. Herêmê mîna ku ji alî hêzên navnetewî bi milîman hatibû xêzkirin pêş da diçû. Xeta 36 a ji firîna balefirên şer a Îraqê hatibû qedexekirin, şerê hêzên Başûr li hemberê PKK, paşî jî şerê navberê hêzên Başûrê Kurdistanê. Di vê şerê da hêzên herêmê û navnetewî xwedî însîyatîf bûn di gurkirin û vemirandin wê da.

Hemû armanc jî yek dest kirina herêmê bû di navendekî da ku xwedî insîyatîf be ji bo
1. Di herikandina Petrol u gazê Başûr ji bo bazarên navnetewî.  2. Dema pêdivî bibînin ragehadina serxwebûna Başûrê Kurdistanê bi destê PDK û pê re jî qurbankirina hemû beşên din a Kurdistanê. Wezîfedarkirina Sekreterê Giştî a YNK Celal Talebanî ji bo serok komariya Îraqê tevî alîyên erênî lê xwedî pilaneke piralî bû. Herkes dizanîbû YNK tê wataya Talebanî u Talebanî tê wataya YNK û  ev pêkhatiye siyasî bê Talebanî dikarî bikeve ser rêya hilweşînê ji ber taybetmendiya rola nevendî a Talebanî û herwiha, ji ber ku YNK piştî salên 90 ji rêbazê xwe sereke a bûyîna elternafîeke siyasî derket û ket bin siya KDP bi taybet piştî peymana Washingtonê û zelaltir jî piştî peyama stratejî navberê YNK û PDK di salên 2007 û şûn ve. Niha bi filî ev peymanname helweşiya ji ber ku eger armanc parvekirina kursî û rêvebiriya Başûrê Kurdistanê be PDK ev peymanname binpêkir û Hukumeta xwecihî a Hewlêr u Duhokê bi tenê avakir. Bê Însîyatifa YNK di siyasta Başûrê Kurdistanê da ji xebata netewî bigire heya jinan, ji demokrasiya hûndûrîn bigire heya çareser kirkirina pirsgirêka Kurd li Başûr û beşên din a Kurdistanê û girêdana kongra netewî rol dikeve ser milê YNK û bi taybetî jî Talebanî lê pirs ewe gelo hin rêvebirên nava YNK gelo vi misyona girîng biken qurbanê kursiyên xwe?. Her helwêstêke YNK bi alî demokratîk kirinê da dibe ku rê li ser encamên erênî veke. YNK dikaribû bi hêzên elternatîf a xwedî proje û têgîna azadî di asta Kurdistana mezin, Başûr û Îraqê jî xwe da bike yek û hem xwe û hem herêmê ji kirzê xelas bike. Lê mîna kalo ya jê pirsîn tu çi dixwazî xurma an mêwij got " ez xurmij diwazim". Niha awir li ser rola Talebanî û YNK ye ku gelo karibe ji bo girêdana kongreya netewî, avakirina insiyatîfeke netewî ji bo parastina herêmên ku demên dawî ketine destê pêşmerge û girêdayî herêma kurdistanê ne kar bike an na? Gelo siyaset li hemberê Rojavayê Kurdistanê rewşa niha derbaz bike û bibe siyasteka netewî û demokratîk? Gelo di asta Îraqê da li derveyê helwêstên sloganwarî a dewletbûnê, dikare helwêsteke çareserî ne tehrîk kirinê bişopînê? Gelo YNK dikare siyasteke stratejîk a demokrasî bi rêvebibe û xitaba netewî ji taktîkê bike stratejî? Bersiva van pirsan dibe ku hêzê bide demokratîkkirin û çareserkirna pirgirêkên bingehîn a herêmê.