YNK’ê bang li Iraqê kir
YNK'ê bang li nûnerê Iraqê yê li Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî û parlementa wê kir ku li ber êrişên dewleta Tirk rabin û bikevin nava tevgerê. Di daxuyaniyê de hat xwestin ku doz li Tirkiyeyê were vekirin.
Hêzên hewayî yên dewleta Tirk a dagirker 25ʼê Hezîranê herêma Kuna Masî ya navçeya Şarbajar a girêdayî bajarê Silêmanî ya Herêma Kurdistana Federe ya Iraqê bombebaran kir û di bombebarê de 3 welatiyên sîvîl hatin kuştin. Di êrişa berê ya Şêladizê de jî, 5 sivîl hatibûn kuştin. Koma Yekitî Niştimanî Kurdistan YNKê, name ji Serokkomar û Serokê Iraqê û Serokê Meclîsê re şand û xwest Tirkiye di dadgehên navneteweyî de bê darizandin.
Koma YNKʼê ya li Parlamenta Iraqê (Koma Kesk) daxwaz ji Wezîrê Karê Derve yê Iraqê û nûnerê Iraqê yê li Konseya Ewlehiyê dike ku ji bo rawestandina bombebarana dewleta Tirk daxwaza civîna lezgîn a Konseya Ewlehiyê bike. Herwiha daxwaz ji serokkomar, serokwezîr û serokê Parlamenta Iraqê jî dike ku ji bo rawestandina êrişên Tirkiyeyê hewl bidin.
Serokkomarê Iraqê Berhem Salih li ser bombebarana dewleta Tirk ya li ser xaka Başûrê Kurdistanê got; “Divê binpêkirinên ji aliyê leşkerên Tirkiyeyê ve li ser serweriya xaka Iraqê pêktên û sînor derbazkirina balafirên şer ku bûye sedemê mirina gelek welatiyan, werin rawestandin.” SILÊMANÎ