Operasyona YPG´ê dewam dike
Derbarê şerê li eniya rojhilatê Kobanê de YPG’ê wiha got: “Li eniya Rojhilat di navbera hêzên me û komên çete de şerekî dem kurt pêk hatiye. Di vî şerî de hejmara kuştî û birîndarên çeteyan nehatiye zelalkirin.” YPG’ê destnîşan kir ku di şerê 24 saetên dawî de 3 noqte ji çeteyên DAIŞ’ê hatine paqijkirin û wiha got: “Operasyona hêzên me li eniya başûr jî bênavber dewam dikin. Hêzên me li vê eniyê, li hemberî hin noqteyên ku çeteyan dagirkirine êrîş pêk anîne. Di encama vê êrîşê de 3 nuqte ji çeteyan hatine paqijkirin. Ji ber ku lêgerîn û lêkolîna li herêmê dewam dike, encama zelal a operasyonê nehatiye zelalkirin.”
NAVENDA NÛÇEYAN