
Di daxuyaniya Fermandariya Giştî ya YPG’ê hate gotin ku li bajarokê Til Temir yê Rojavayê Kurdistanê komên çekdar ên ji Êla Şerabiyan li nêzî Gundê Ên El-Ebid êrîşî dewriya YPG’ê kirin, di encama bersiv dayina şervanên YPG’ê de pevçûn 2 rojan dewam kir. Di daxuyaniyê de hate diyar kirin ku hin tabûr ji Cebehet El -Nesra ketin navbera wan de û destek da çekdarên şerabiyan û xwest rê li ber tevlihevî û şerekî navxweyî di herêmê de çêbibe. Di daxuyaniyaniyê hate destnîşan kirin ku şervanên YPG’ê ku bi erkên parastina welatiyên sivîl radibûn, êrîşên van koman bersivandin. Di encamê de qadên pevçûnên dijwar di navber YPG’ê û komên çekdar rû dabûn fireh bûn.
Di daxuyaniya hate diyarkirin ku di encama pevçûnan de bajarokê Til Temir û riya Til Bêder Til Temir (riya Qamişlo) bi temamî ji komên çekdar hatin paqijkirin. Di daxuyaniyê de hate destnîşan kirin ku di pevçûnên ku hefteyekê dewam kir 35 çekdar hatin kuştin. Di nava kuştiyan de 13 çekdarên Cebhet El- Nesra hene û 5 çekdarên biyanî yên çebhet El-Nesra dîlgirtî ketin destê şervanên YPG. Çar şervanên YPG’ê jî jiyana xwe jidest dan.
Di daxuyaniyê de hate gotin ku şervanên YPG’ê di van pevçûnan de Doşka 12.5, Qernas 1, Bîksî 1, 17 qilêş, 3 wesayitên leşkerî û zexîre desteserkirin. Di dawiya daxuyaniyê de Fermandariya Giştî ya YPG’ê hate destnîşan kirin ku niha bajarokê Til Temir û riya di navbera Qamişlo û Til Temirê de bi tememî hatiye paqij kirin û YPG’ê hîn li ser sozê xwe ye parastina hemû pêkhateyên herêmê ji hemû êrîşan.
ANHA/TIL TEMIR
PÇDKS piştgirî da YPG
Partiya Çep a Demokratîk a Kurd li Sûriyeyê bi daxuyaniyekê êrîşên li dejî taxên Kurdan li Helebê û bajarokê Til Temirê şermezar kir û pişgirtiya xwe bi YPG’ê re nîşan da.
Di daxuyaniyê de hate gotin ku ev demeke taxên Kurdan li Helebê rastî êrîşên hêzên rêjîma Baas û alîgirên wan tên. Her wiha Bajaroka Til Temirê û gundên wê jî rastî êrîşên komên çekdar tên. Di daxuyaniyê hate diyar kirin ku Yekîneyên Parastina Gel (YPG) êrîşên li Helebê û Til Temirê bersivandin, bi erka parastin rabû û di encamê de hinek şervanên YPG’ê jiyan xwe jidest dan.
Partiya Çep a Demokratîk a Kurd li Suriyayê di daxuyaniya xwe de êrîşên li dijî herêmên Kurdan şermezar kir û pişgirtiya xwe ya YPG’ê nîşan da.
Di dawiya daxuyaniyê de bang li civaka navnetewî û azadxwazên cîhanê hate kirin ku helwesta xwe li dijî van êrîşan nîşanbidin.