
Ji dema êrîşan de çekdarên Artêşa Hur li Kolana Merdelî ya ku Taxên Şêxmeqsûd û Bustan Başa ji hev qut dike û li herêma dawiya xeta Serbîsan a Şêxmeqsûd Şerqî bi cih bûn û heta roja dawî jî Artêşa Hur herêmên xwe terk nekirin. Lê hêzên rêjîma Sûriyeyê deverên Artêşa Hur lê bi cih dibûn topbaran nedikir, lê belê topbaran ser deverên sivîl de pêk dihatin.
Hewldana ketina taxê didome
Hêzên rêjîma Sûriyeyê bi hinceta çekdarên Artêşa Hur li taxa Şêxmeqsûd bi cih dibin, çend caran êrîşî taxê kirin. Lê beranberî berxwedane bendên kontolê yên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) dihatin û di encama topbarana li ser devera Mexselet Elcezîrê şervanekî YPG’ê Rênas di encama parçeya topekê ku lêket jiyan xwe ji dest da. Her wiha Endamê Meclîsa Leşkerî ya YPG’ê ya Efrînê Zekeriya Xelîl (Zerdeşt) di dema dixwest Rênas rizgar bike bû hedefa segvanên rêjîma Sûriyeyê û birîndar bû, piştre ji ber birînên xwe jiyana xwe ji dest. Beranberî berxwedana şervanên YPG’ê hêzên rêjîma Sûriyeyê neçar man ku xwe paşve bikşînin û vegerin herêmên xwe.
Piştî êrîşên hêzên rêjîma Sûriyeyê yekîneyên YPG’ê, li dijî êrîşên hêzên rêjîma Sûriyeyê ya ser welatiyên sivîl yekem çalakiya bersivdayînê pêk anîn. Di encama çalakiya YPG’ê de 7 leşkerên Sûriyeyê hatin kuştin. Her wiha navenda çapemeniyê ya YPG’ê daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir ku ger hêzên rêjîma Sûriyeyê êrîşên xwe yên bi topan li ser taxên Kurdan ranewestîne û xwe bi temamî ji taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê nekşîne, wê YPG bersiva êrîşên rêjîmê duqat bide.
5 şervanên YPG’ê birîndar bûn
Di encama çalakiyên bersivdayînê yên YPG’ê li dijî hêzên rejîma Baas heta 7’ê mehê 38 leşker hatine kuştin. Dewleta Baas li ser şikandina artêşê bi balafirên şer Taxa Şêxmeqsûd Xerbî bombebaran kir. Di encama bombebaranê de di nav de zarok jî hebûn 19 sivîlan jiyana xwe ji dest dan û bi dehan kes jî birîndar bûn. Li aliyêke din 5 şervanên YPG’ê birîndar bûn. Birîndar rakirin Nexweşxaneya Aferîn a Efrîn ê.
44 kesên sivîl jiyana xwe ji dest dan
Li ser êrîşên bi balafiran pêk hat, YPG’ê çalakiyekî bersivdayînê li benda kontrola El-Ewarid lidar xist û di encamê de 9 leşkerên rejîma Baas hatin kuştin. Di encama çalakiyeke din a bersivdayînê de 6 leşkerên rejîma Baas li herêma Mexselet Elcezîre hatin kuştin. Her wiha heya niha topbaranên li ser taxên Kurdan didome.
Di encama êrîşên Dewleta Baas de 44 kesên sivîl piraniya wan jin û zarok bûn jiyana xwe ji dest dan û 130 kes jî birîndar bûn. Her wiha 3 şervanê YPG’ê jî di heman êrîşan de jiyana xwe ji dest dan û yek ji wan endamê Meclîsa Leşkerî ya YPG’ê bû. Di encama çalakiyên bersivdayînê yên YPG’ê de 53 leşkerên rejîma Sûriyeyê hatin kuştin û bi dehan jî birîndar bûn.
ANHA/HELEB
3 êrîşkar hatin kuştin
Li bajarê Hesekê komeke çete doh êrîşî dewriyeya YPG’ê kirin. Li hemberî vê yekê hêzên YPG’ê jî bersiv dan û di encamê de 3 êrîşkar hatin kuştin. Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatine girtin, li bajarê Hesekê komeke çete, li Seha Xetto ya girêdayî Taxa Nasra, li ser avahiyan êrîşî dewriyeya YPG’ê kirin. Li hemberî vê yekê hêzên YPG’ê jî li taxê belav bûn û bersiv da koma çete. Di encama pevçûna ku derket de 3 êrîşkar hatin kuştin.
HESEKÊ