Navenda çapemeniya YPG encamên pevçûnên 24 seatên dawî bi daxuyaniyek nivîskî eşkere kir. YPG'ê daxuya kirin ku di pevçûnên 24 seatên dawî de 56 çekdarên El Nusra/ Dewleta Îslam hatine kuştin û bi deha jî birîndar bûne. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku pevçûnên li hemû eniyê şer li Rojava di navber YPG’ê û çekdarên El-Nusra û Tabûrên Artêşa Azad hîn didomin.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku pevçûnên li herêma Rojavayî Kobanê bi dijwarî dewam dikin û ev tişt hate gotin: ‘‘Çekdarên El-Nusra êrîşî gundê Qenaya û Îlecax ên Rojavayî Kobanê kirin û di encama bersivdayîna şervanên YPG’ê de pevçûnên dijwar derketin. Di van pevçûnan de 24 çekdar hatin kuştin û 3 wesayîtên wan hatin ruxandin. Li gundê Sirîn jî pevçûn di navbera hêzên YPG’ê û çekdarên El-Nusra de jî 15 êrîşkar hatin kuştin.’’

Kuştiyên xwe revandin Tirkiyeyê

Di daxuyaniyê de hate gotin ku li Girê Spî (Til Ebyed) çekdarên Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê /El-Nusra ji ser sînorê Tirkiyê ve bi çekên giran û tangan êrîş anîn ser gundê Sûsikê û xwestin gund dagir bikin. Di daxuyaniyê de hate destnîşan kirin ku şervanên YPG’ê bersiva êrîşkaran dane û di encama bersivdayîna şervanên YPG’ê de pevçûn derketine. Di encama van pevçûnan de 12 çekdarên El-Nusra hatine kuştin, êrîşkaran kuştiyên xwe revandine aliyê Tirkiyê.

3 wesayin hatin desteser kirin

Di daxuyaniya YPG de hate bibîrxistin ku pevçûnên li gundê Girhok a Girkê Legê jî ji duh êvarê ve bi dijwarî didomin û di encamê de 5 çekdar hatin kuştin, 3 dîl ketin destê YPG’ê û 3 wesayîtên doçka li ser ji aliyê şervanên YPG’ê ve hatin destserkirin. Di daxuyaniyê hate gotin ku çekdarên El-Nusra bi çekdên giran û tangan êrîşî gundê Yûsifiyê kirine û di encama bersivdayîna YPG’ê de pevçûn bi dijwarî derketin û pevçûn hîn didomin. Di van pevçûnan de jî bi dehan kuştî û birîndarên êrîşkaran çêbûne, lê hejamara kuştiyan ne diyar e. Di daxuyaniyê de hate gotin ku çekdarên El-Nusera gundê Yûsifiyê piştî ku şêniyên wê jê derketin şewitandin.

'Emê  gel biparêzin'

 Navenda Çapemeniya YPG’ê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku di pevçûnên li herêma Kobanê 2 şervanên YPG’ê dema parastina herêmê dikrin jiyana xwe jidest dane. Di dawiya daxuyaniyê de wiha hate gotin: “YPG wê di xeta xwe ya parstina rewa de bi israr be, şervanê me jî  heta nefesa xwe ya dawî em ê parastina gelên heremê bikin û bersiva hemû êrîşan bidin.”

QAMIŞLO 




70 leşkerên rejîmê  dîl hatin girtin
 
Fermandariya Giştî ya YPG’ê destnîşan kir ku, piştî ku balafirgeha Minix ketiye destê Artêşa Azad baskekî leşkerî yê artêşa Sûriyeyê ku ji nêzî 70 leşkeran pêk tê, bi 2 tangan reviyan û ketine kemîna YPG’ê. YPG’ê destnîşan kir ku piştî pevçûnek dem kurt 70 leşker ligel tangan hatine dîl girtin.
Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) di derbarê mijarê de daxuyaniyek nivîskî weşand. YPG'ê diyarkir ku, şevê din di demjimêrên dereng de Balafirgeha Minix ya di navbera Efrîn û Helebê de ku ev demek bû dibin dorpêçkirina Artêşa Azad de bû, ketiye destê Artêşa Azad. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku, piştî balafirgeh ket, baskekî leşkerî yê artêşa Sûriyeyê ku ji nêzî 70 leşkeran pêk tê, bi 2 tangan dema direviyan ketine kemîna YPG’ê. Di berdewama daxuyaniyê de hate gotin ku piştî pevçûneke dem kurt, 70 leşker ligel her du tangan dîl hatine girtin.
Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin ku leşker hatine girtin û dê li gorî huqûqa şer û dîlan a navneteweyî nêzîkayî bê nîşandan.

EFRÎN




‘Em ji bo parastina Rojava amade ne’

Konfederasyona Ciwanên Rojhilatê Kurdistanê (KCR) diyar kir ku ew bi Şoreşa Rojavayê Kurdistanê re ne û êrîşên terorîstî yên bi navê îslamê li dijî gelê Kurd tên pêkanîn şermezar kirin.
Konfederasyona Ciwanên Kurd a Rojhilarê Kurdistanê daxuyaniyek nivîskî weşand û diyar kir ku ew bi Şoreşa Rojvayê Kurdistanê re ne û ji bo parastina gele Rojava amadebûna xwe nîşan dan. Her wiha di daxuyaniyê de êrîşên bi navê îslamê yên li dijî gelê Rojava û bê dengiya hin alî û partiyên siyasî jî hatin şermezarkirin.
Di daxuyaniya KCR'ê de ev tişt hatin gotin: "Hin komên çekdar bi navê îslamê êrîşê gelê me yê Rojavayê Kurdistanê dikin, mal û namûsa Kurdan ji xwe re helal dikin. Ev kiryarên komên çeteyan dûrî exlaqê ola îslamê ye, ev kom bi van kiryaran dixwazin Rojavayê Kurdistanê dagîr bikin û gelê Kurd tune bikin."
KCR'ê bêdengiya hin alî û partiyên siyasî ya li hember van kiryaran şermezar kir û destnîşan kir ku bêdengiya hin partiyên Kurd hêzê dide komên çeteyan û rê vedike ku hin ciwanên Kurd bi navê "Cîhadê" bên xapandin û li dijî gelê Kurd werin bikaranîn.
Ciwanên Rojhilat di dawiya daxuyaniya xwe aşkera kirin ku ew amadene gelê Rojava ji êrîşan biparêzin û ji hemû ciwanên Kurd ên çar parçeyên Kurdistanê xwestin ku li hember êrîşên bi navê îslamê yên li dijî gelê Kurd hişyar bin. 

SINE