Li Taxa Şêxmeqsud a Helebê êrîşên rejîma Sûriyeyê didomin. Di encama topbaranên ku 29’ê Adarê destpêkirin de heta niha 24 Kurdan jiyana xwe ji dest daye. Herî dawiyê di topbarana pêr de şervanê YPG’ê Mihemed Xelîl Îbrahîm jiyana xwe ji dest da û şervanek jî birîndar bû. Hêzên YPG’ê ku destpêka şoreşê û heta niha parastina taxê dikin jî, hem li dijî êrîşan berxwedanê dikin hem jî çalakiyên bersivdayînê lidar dixin. Di çalakiya bersivdayînê ya pêr de 7 leşkerên rêjîma Sûriyeyê hatin kuştin.

Derbarê çalakiyê fermadariya YPG’ê daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê hate gotin ku di dema parastina Taxa Şêxmeqsud de şervanekî YPG’ê jiyana xwe ji dest daye. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku yekîneyên YPG’ê jî çalakiya bersivdayinê lidar xistiye û 7 leşkerên rêjîmê hatine kuştin. Di berdewama daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku hêzên rêjîma Sûriyeyê hewldana di noqteya kontrolê ya Elcezîrê re derbasî Taxa Şêxmeqsud bibin, lê şervanên YPG’ê bersiv daye û hêzên rêjîma Baas neçar man xwe bi paşde vekşînin. Di encama topbaranên 5 rojan de 24 welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest dan û derdora 100 kesî birîndar bûn. Li aliyê din toparana li ser Taxa Şêxmeqsud di roja 6’an de jî didome. 

ANHA/ HELEB