
YPG derbe wan da
YPG’ê ragihand ku di şer de 7 leşkerên rêjîmê û pêxwasên wan hatin kuştin û gelek hatin birîndarkirin, her wiha 10 leşker dîl hatine girtin. Her wiha gelek cebilxane jî ji aliyê hêzên YPG´ê ve hatin desteserkirin. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku ku hêzên YPG’ê ku herêm ji leşkerên rêjîmê û pêxwasên wan rizgar kirine û ewlekariya li herêmê careke din pêk hatiye. Derbarê çekên ku hatin bidestxistin ev agahî hatin dayîn: “BKC’yek, RBG’yek, 3 yelekên ji pola, 48 kelaşnîkof, 2 demançe, 11 tirimpêlên leşkerî û gelek çebilxane.”
Ji YPG´ê hişyarî
Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin ku Fermandariya Giştî ya YPG’ê bi armanca derfetê li pêşiya aştî û aramiya herêmê vebe, îlankirbû ku dê çalakiyên xwe yên leşkerî bide rawestandin û wiha hate domkirin: ‘’Lê dema êrîş li dijî herêm û gelê me pêk were em ê bersiva tund bidin wan. Em careke din ji her kesî re tekez dikin ku kîjan alî êrîşan pêk bînin, dê bersiva me dijwar be û em rê nadin tu kesî destdirêjiya gelê me û xaka me bikin.’’
QAMIŞLO