
Wekî qonaxa duyemîn DAIŞ’ê êrîşî gundên Tilêliyê, El Qoncaq û gundê Timad ên başûr û rojavayê bajarê Serêkaniyê kirin. Çeteyan di êrîşên xwe de çekên giran û tankan bi kar anîn. Her wiha komkujiyeke li herdu gundên kurdan Tilêliyê ya ji pêkhateya Êzdî ne û gundê El Qoncaq pêk anîn. Ev herdu gund li derveyî kontrola şervanên YPG’ê mabûn. Her wiha çeteyan êrîşî navendên şervanên YPG’ê yên li nêzî fabrîkeya El Lîbiyê kirin. Der barê mijarê de Fermandariya Giştî ya Hêzên YPG’ê daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Hêzên me karîbûn ku êrîşkaran ji derdora fabrîkeya Lîbî û gundên El Qoncaq û Tilêliyê dûr bixin. Li vir şervanên YPG’ê rastî dîmenên gelekî bi êş hatin, ku çeteyan komkujiyek li dijî welatiyên sivîl ku piraniya wan zarok, jin û pîremêr bûn, pêk anîn.”
Di daxuyaniyê de hat diyar kirin ku di herdu rojên derbasbûyî de di pevçûnên navbera şervanên wan û çeteyên DAIŞ'ê de 86 çete haitn kuştin û wiha hat gotin: “Hêzên me karîbûn gelek derbeyên giran li çeteyan bidin. Di nava kuştiyên DAIŞ'ê de gelek emîr û çeteyên ji Tirkiyê û dewletên din hebûn. Di van şer û pevçûnan de 16 şervanên me piştî berxwedaneke bê hempa ya li hemberî çeteyan bi qehremantî û lehengî şehîd ketin.”
Di dawiya daxuyaniya YPG'ê de soza parastina herêm û deverên Rojavayê Kurdistanê hat dûbarekirin û bang li hemû ciwanan hat kirin ku tevli nava refên YPG'ê û YPJ'ê bibin da ku karibin xaka welatê xwe ji êrîşên çeteyên DAIŞ'ê biparêzin.
Li Kobanê û Helebê şer
Li ser riya Til Temir û Helebê çeteyên DAIŞ’ê şevê din saet 23.00’an de hewl dan êrîş bikin, lê rastî bersiva şervanên YPG/YPJ’ê hatin. Di encamê de pevçûn rû dan, çete neçar man vekişin û li pey xwe du wesayîtên leşkerî, 40 bombeyên destan, cîhazek ragihandinê hiştin. Alavên çeteyên ji aliyê şervanên YPG'ê ve hatin desteserkirin. Li rojavayê herêma Kobanê jî şervanên YPG/YPJ’ê çalakiyeke leşkerî pêk anîn û navendên çeteyên DAIŞ’ê yên li gundê Xerb Eto topbaran kirin. Der barê ziyanên çeteyan de agahiyên zelal nehatin bidest xistin.
Nasnameya qurbanên tevkujiyê diyar bû
Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) navên 15 welatiyên sivîl ên ku roja borî li gundê Tîlêliyê yê Serêkaniyê ji aliyê komên çeteyên DAIŞ'ê ve hatin qetilkirin aşkera bûn.
Navên kesên ku di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dane wiha ne: Eyşe Hisên El Hemdo (25), Xezale Hisên El Hemdo (20) û bi zarokê xwe Mihmed El Hemed (5), Esmaa Mihemed El Hisên (11), Hisên Mehmûd Hisên (3), Mihemed Mehmûd Hisên (1), Casim Îbrahîm Mihemed ku bi navê Casim El Berho tê naskirin û ji gundê El -Neqra ye, Mehmûd Cumaa bin Hac Lutfo (60), Ehmed Mehmûd El Cumaa (19), Mihemed Ibrahîm El Hesen (35), Hesen Mihemed El Cumaa (22), Emîne Mehmûd El Cumaa (27), Xalid Mihemed Ibrahîm (11), Ibrahîm Mihemed Ibrahîm (7) û Seher Mihemed Ibrahîm (12).
ANHA/QAMIŞLO