Navenda Çapemeniya YPG’ê derbarê operasyonên ku li herêmên Kobanê û Cizîrê dom dikin de daxuyaniyek da çapemeniyê. Di daxuyanuyê de derbarê prasyona Kantona Cizîrê de hat ragihandin ku Hemleya Fermandar Rubar Qamişlo ya ku bi armanca rizgarkirina gund û bejahiya rojavayê Kantona Cizîrê hatibû destpêkirin di roja xwe ya 35’an de bi serkeftî berdewam dike.Daxuyanî bi wî rengî dewam kir: “Di çarçoveya merhaleya duyemîn a hemleya me de hêzên me operasyonên xwe yên li rojhilat û bakur rojhilatê bajaroka Suluk şevê din jî berdewam kirin. Hêzên me yên ku qada li nêzîkî gundê Zîla yê ku roja derbasbûyî hatibû rizgarkirin, gundikek din jî ji çeteyan stendin. Dîsa di çarçoveya heman operasyonê de hêzên me gundê Gitar û 3 gundikên giredayî vî gundî jî ji çeteyan paqij kirin.” 


Êrîşa çeteyan hate şikandin

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku pêr piştî nîvro çeteyên DAIŞ’ê li hemberî gundên Aliya û Ebdella yên ku 8-9 km dikevin rojhilatê bajaroka Suluk êrîşek lidar xistine û piştî pevçunên ku heta êvarê dom kirin, êrîşên çeteyan hatin şikandin û çete neçar man ji qadê birevin.

Her wiha hat bilêvkirin ku hejmara kuştî û birîndarên çeteyan a di van pevçûnan de nehatiye zelalkirin û wiha pê de çû:” Hêzên me li vê qadê tevî 5 termên çeteyan dest danîn ser 4 kilêş, yek bêtel û yek computer a çeteyan.”

 

Ebû Sirî ji çeteyan hat paqijkirin 

Di berdewama daxuyaniyê de derbarê pevçûnên li herêma Kobanê de jî agahî hat dayîn û hat ggotin ku berxwedana bi armanca ku çeteyên DAIŞ’ê ji Kobanê bi temamî werin paqijkirin tê meşandin, di roja xwe ya 268’emîn de berdewam dike û daxuanî wiha dom kir: “Hêzên me pêr li başûr rojhilatê Kobanê operasyonek nû lidar xistin. Di encama operasyonê de hêzên me girê stratejîk ê Ebû Sirî ji çeteyan paqij kirin. Hejmara kuştî û birîndarên çeteyan a di vê operasyonê de nehatiye zelalkirin. Hêzên me li vê qadê 3 termên çeteyan bi dest xistin. Pevçunên di navbera komên çeteyan û hêzên me yên ku pêşveçûna xwe berdewam dikin de li derdora gundê Ebû Sirî berdewam dikin.” 


 ANHA/NAVENDA NÛÇEYAN