
Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) têkildarî êrîşa hêzên rejîma Sûriyeyê ya ku li Qamişlo li hemberî yekîneya YPG’ê pêk hat de daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku dema 3 Endamên Meclîsa Leşkerî ya YPG’ê ya Qamişlo û şervanekî YPG’ê ji karê xwe yê asayî vedigeriyan cihê xwe li Taxa Kornîş rastî êrîşê hêzên dewletê hatine.
Di daxuyaniyê de hate gotin ku di encama vê êrîşa xayinan de 3 endamên YPG’ê jiyana xweji dest dane û yek jî bi giranî birîndar bûye.
3 leşker hatin kuştin
Di berdewama daxuyaniyê de hate diyarkirin ku piştî êrîşê hêzên YPG’ê çalakiyên bersivdayînê lidar xistine û ev agahî hatin dayîn: “Piştî vê êrîşa bêbextî ku 3 hevalên me şehîd ketin, hêzên me çalakiyên bersivdayînê lidar xistin. Di vê çarçoveyê de li Çerxerêya Zeytuniyê çalakiya tolhildanê hate lidarxistin. Di encamê de 3 leşker hatin kuştin 2 jî esîr hatin girtin. Di heman demê de li noqteya kontrolê ya Neemetiyê jî çalak îhate lidarxistin û di encamê de 5 leşker hatin girtin. Noqteya leşkerî jî ket destêYPG’ê.”
Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin ku dê tola 3 endamên YPG’ê bi dijwarî bê hildan û ev bangawazî li gel hate kirin: “Emê heyfa hevalên xwe bi dijwarî bigirin. Em bang li hemû gelê xwe jî dikin ku xwedî li şehîdên xwe derkeve.”
Li Helebê 14 leşker hatin kuştin
Navenda Çapemeniya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) derbarê bûyerên li taxa Şêxmeqsûd a Helebê daxuyaniyek nivskî weşand. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku ev hefteyeke hêzên rêjîma Sûriyeyê taxa Şêxmeqsûd topbaran dike. Di daxuyaniyê hate gotin ku duh êvarê leşkerên rêjîmê xwestin di benda kontrolê ya li Mexsela Cizîrê ya Şêxmeqsûd Şerqî bikevin taxê, lê rastî berxwedaniya hêzên YPG’ê hatin. Di encama bersivdana şervanên YPG’ê de 14 leşkerên rêjîma Sûriyeyê hatin kuştin û neçar man ku şûnde bizîvirin.
Di daxuyaniyê de hate gotin ku îro di saetên nîvro de şervanên YPG’ê çalakiyek li cem Pira Eward lidar xistine û di encamê de 11 leşkerên Sûriyeyê hatine kuştin.
Di berdewama daxuyaniyê de hate diyarkirin ku Endamê Meclîsa Leşkerî ya YPG’ê Zekeriya Mihemd Xelîl bi nasnav Zerdeşt û Şervan Reşkîlo bi nasnav Rênas jiyan xwe jidest dane.
ANHA/HELEB-QAMIŞLO
‘Li dora YPG’ê bibin yek’
Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) derbarê êrîşa ku pêr li Qamişlo ji aliyê hêzên rejîmê ve li dijî yekîneya YPG’ê hatibû pêkanîn de daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniyê hate bibîrxistin ku li bajarê Helebê û herî dawî pêr bişev li bajarê Qamişlo hêzên rejîma Baasê êrîşî gelê Kurd kiriye û êrîş hatin şermezarkirin. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku TEV-DEM êrîşên hêzên rêjîma Sûriyê ya li Qamişlo wekî berdewama êrîşên ser Şêxmeqsûd û hemû gelên Sûriyê dibîne û wiha hat gotin: “Her wiha em êrîşên li dijî YPG’ê wekî êrîşên li dijî hebûna gelê Kurd ê li Rojavayê Kurdistanê dibînin.”
Di berdewama daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku rejîma Sûriyê şevêdin li Qamişlo êrîşî yekîneya YPG’ê ya ji karê xwe vedigeriya kiriye, di encamê de 3 şervanên YPG’ê jiyana xwe ji dest dane û yek jî bi giranî birîndar bûye û wiha hat gotin: “Ev êrîş nîşan didin ku rêjîma Sûriyê dest ji siyaseta xwe ya înkar û tunekirinê bernedaye. Her wiha rêjîma Baasê hebûna nasnameya siyasî, çandî û civakî ya Kurd û gelên Sûriyê qebûl nake.’’
Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ku pirsgirêkên Sûriyê bi rêbazên leşkerî û ewlekarî çareser nabin û hate diyarkirin ku êdî pêdiviya Sûriyê bi çareseriya siyasî û aştiyane heye.
Di daxuyaniyê de bang li gelê Rojavayê Kurdistanê hate kirin ku li dora YPG’ê bibin yek û xwedî li şervanên YPG’ê yên jiyana xwe jidest dane derkevin.
Di dawiya daxuyaniyê de hate destnîşan kirin ku dê TEV-DEM têkoşîna xwe bidomîne ev tişt hatin gotin: “Em soz didin gelên Kurdistanê ku emê bibin vîna wan a rewa û ji bo xweseriya demokratîk bêrawestan têbikoşin.”
ANHA/QAMIŞLO
Erîşên li Helebê berdewam dikin
Li Taxa Şêxmeqsûd a Helebê ku piraniya şêniyên wê Kurd in 2 welatiyên sivîl bûn hedefa segvanên rêjîma Sûriyeyê û di encamê de jiyana xwe ji dest dan.
Welatiyê bi navê Idrîs Mihemed Hesen (38) û Ehmed Hindawî (70) li herêma nêzî Mizgefta Selam a Taxa Şêxmeqsûd a Helebê di encama sûîqesta hêzên rêjîma Sûriyeyê de jiyana xwe ji dest dan. Li aliyeke din di encama topbarana ser Taxa Şêxmeqsûd de welatiyê bi navê Şêrwan Mihemed Elî yê ji Gundê Eqîbê ya girêdayî Efrînê birîndar bû. Topbarana hêzên rêjîma Sûriyê li ser Taxa Şêxmeqsûd di roja 8’an de didome.
Hate hînbûn ku herêmên Artêşa azad tê de bi cih dibin kêm caran ji aliyê hêzên rêjîma Sûriyê ve tên topbaran kirin, lê topbarana hêzên rêjîma Sûriyê ya ser herêmên sivîl bê navber pêk tê. Îdrîs Mihemed Hesen di sala 1975’an de li Gundê Dêr Soran a Efrînê jidayik bûye.