Navenda Raghandina YPG`ê têkildarê êrîşên artêşa Tirk û çeteyên wê yên dijî Rojava daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniya xwe de YPG’ê diyar kir ku di 21.02.2017`an de di saetên şevê de çeteyên di bin fermandariya artêşa Tirk de tevdigerin bi topên hawanan gundê Qitmê ya girêdayî Efrînê bombebaran kirin. Her wiha YPG’ê di daxuyaniya xwe de got: “Heman rojê çeteyan bi heman awayî êriş birin ser gundê Maranez û Vîlat Qadî jî. Hêzên me jî bi awayekî bandor bersivê çeteyan dan û çeperên çeteyan topbaran kirin.

Di dema van pevçûnan de balafirên şer ên artêşa Tirk jî li herêma Efrîn û Şehba firiyan e.

Di dîroka 22.02.2017`an di saetên nîvro de artêşa Tirk ji milê gundê Silîpqiran ku dikeve rojhilatê Kobanê sînor derbas kirin û çend xaniyên gundiyan ên  li nêzî sînor xirab kirin. Hêzên me di cih de li ser herême de girtin û avêtin leşkerên Tirk. Piştî destwerdana hêzên me leşkerên artêşa Tirk neçar ma ji qadê vekişin.

Di dîroka 24.02.2017`an de helîkopterek artêşa Tirk bejahiya gundê Sefa ya girêdayî bajaroka Çilaxa ya ku nêzî sînorê başur e, bombebaran kir.

Di dîroka 25.02.2017`an de artêşa Tirk tevî maşîneyên kar ji milê gundê Zehre ya girêdayî navçeya Bilbil a Efrînê sînor derbas kirin. Hêzên me bersiv dan leşkerên Tirk û piştî destwerdana hêzên me leşkeran tevî maşîneyên xwe yên kar paşve kişiyan.Heman rojê çeteyên di bin fermandariya artêşa Tirk de tevdigerin bi topên obûs û hawanan êriş birin ser gundên Maranez û Belûnê yên girêdayî Efrînê. Hêzên me jî bi awayekî hişk bersiva êrişên çeteyan dan.” 


NAVEND NÛÇEYAN