YPG’ê got ku bila tu alî hêrsa wan a bersivdayînê necirbîne.‬ Di daxuyaniya YPG’ê de ev tişt hatin gotin: “Me beriya niha ragihandibû ku emê operasyon û çalakiyên leşkerî rawestînin û em di nava sînorên kantonên Cizîrê, Kobanê û Efrînê de mafê xwe yê xweparastinê bikar bînin, me gotibû ku çi kiryarên li dijî vê biryarê dê ji aliyê me bi tundî û bi lez bêne bersivdan.”

Ji YPG hişyarî

Daxuyaniya YPG’ê wiha dewam kir: “Lê ji ber êrîşên ku vê dawiyê qewimîn, êrîşa li dijî avahiya şaredariya bajarê Qamişlo ku di encamê de 10 welatiyên sivîl jiyana xwe jidest dan, êrîşa koma bi navê Parastina Netewî yên girêdayî rejîma Basê ku di encamê de şervanekî me jiyana xwe jidest da, her wiha êrîşên dijwar yên ku ji aliyê komên DAIŞ’ê ve li dijî herêmên Efrîn û Kobanê pêk tên, ji ber van kiryaran em careke din wê daxuyaniyê ku me berê dabû bibîr dixin. Em ji aliyên têkildar, bi taybet ji rejîma Basê û çekdarên DAIŞ’ê re dibêjin ku bila tu alî hewil nede ku hêrsa me ya bersivdayînê biceribîne û bila tiştên ku me gotine baş û durist bixwînin.”

Em alîgirê biratiyê ne

Daxuyaniya YPG’ê wiha dewam kir:
“Em careke din dibêjin ku pêwîste hemû pêkhateyên Sûriyê di nava biratî û jiyana aşîtiyane de bijîn, emê bi hemû derfetên xwe li her derî vê çandê pêk bînin û biparêzin.”
Yekîneyên Parastina Gel YPG’ê wiha dawî li daxuyaniya xwe anî: “Em bang li hemû aliyên opozisyona Sûriyê, bi taybet li komên çekdar dikin ku bila nakokiyên navxweyî û pevçûnûn çekdarî rawestînin û arîşeyên di navbera xwe de bi diyalogê çareser bikin û ji bo serkeftina şoreşa Sûriyê ya azadî, demokrasî û rumetê hêzên xwe bikin yek.”

 KOBANÊ