Li Kobanê operasyona hevpar
Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê diyar kir ku di roja 51. a êrîşên çeteyên DAIŞ'ê de, bi berxwedana bi heybet pêşketina çeteyan tê rawestandin. Hat ragihandin ku li her sê eniyan pevçûnên dijwar qewimîne. YPG'ê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku êrîşên çeteyên DAIŞ'ê bi saya berxwedana heybet tê rawestandin, lê belê çete bi êrîşên sûîqast û topên hawanê dixwazin encaman bigrin. Di daxuyaniyê de ev agahî li ser pevçûnên 24 saetên dawî de hat dayîn:
"Li eniyên rojhilat û başûr şer hebûn. Lê hejmara kuştî û birîndarên çeteyan nehat tespîtkirin. Li eniya rojava hêzên me, Bûrkan El Firat û hêzên pêşmergeyan bi hevre hin çalakî pêk anîn. Li vê herêmê hejmara kuştî û birîndarên çeteyan nehat tesbîtkirin. Hevalek me bi qehremanî şer kir û gihîşt şehadetê."
NAVENDA NÛÇEYAN