YPG´ê li Efrînê serçeteyê berpirsê qirrkirina etnîk a li dijî Kurdan Ebû Xalid El-Zexlûl bi çalakiyekê kuşt. YPG´ê da zanîn ku serçete beriya bi rojekî gef li xelkê xwaribûn ku wan ji malên wan bike der. Fermandariya Giştî ya YPG‘ê ya Efrînê ragihand ku yekîneyên wan li dijî serçeteyê bi navê Ebû Xalid El-Zexlûl bi çalakiyekê kuştiye. YPG‘ê her wiha da zanîn ku 3 çeteyên Feyleq El-Şam jî piştî vê çalakiyê hatine kuştin. Fermandariya Giştî ya YPG‘ê ya Efrînê derbarê çalakiyên xwe yên çend rojên dawî de daxuyaniyeke nivîskî li ser malpera xwe weşand. Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku di çarçoveya pêngava duyemîn a berxwedana serdemê li Efrînê, çalakiyên yekîneyên YPG û YPJ´ê, dewam dikin û got, “ Li dijî endamên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ku di nav de fermandarên wan ên ku ji aliyê MÎT’ê ve ji bo hin wezîfeyên taybet hatibûn erkdarkirin, me çalakî kirin. Serçeteyê MÎT´ê hat kuştin Piştî şopandineke çend rojan, ji aliyê yekîneyên taybet ên hêzên me, serçeteyê bi navê Cemal El-Zexlûl ê erka bicihkirina malbatên çeteyan li Efrîn girtibû ser milê xwe, di çalakiya ku yekîneyên me pêkanîn de hat kuştin. Ji aliyê MÎT’ê ve hatibû erkdarkirin Serçete Cemal ê ku malbatên Efrînî ji malên wan derdixistin, beriya niha du caran bi salûxgerên MÎT’ê re hevdîtin li Tirkiyê kiribû. Her wiha serçete Cemal ji bo avakirina Hêzên Ewlekiriya Hundir ên çeteyan û saziya bi navê Desteya Rewa û dadgehên wê, ji aliyê MÎT’ê ve hatibû erkdarkirin. Bi rêya hoparloran gel tehdît kiribû Cemal Ebû Zexlûl beriya bi rojekê bi çeteyên Firqeya El-Hemze û Feyleq El-Şam li gundê Basûtê geriya û bi rêya hoparloran li gel ferz kiribû ku cilên rewa (Şerîî) li xwe bikin û her wiha jin ji malan dernekevin. Wî her wiha xwestibû ku çekên ku li cem gel werin teslîm kirin, û gotibûn yê ku teslîm neke wê ji mala xwe bê derxistin. Çeteyên bi hewara wî ve çûn jî hatin kuştin Hêzên me pêr saet 19:00an erebeya Ebû Zexlûl li herêma di navbera gundê Kurzêlê û Basûtê de ji xwe re kir hedef. Erebeya wî bi awayekî serketî hat rûxandin û Ebû Zexlûl hat kuştin. Piştî ku çalakî bi ser ket, çeteyên Feyleq El-Şam çûn cihê bûyerê, yekîneyên me ew jî armanc girtin û sê çete hatin kuştin. Her wiha seyareya wan hat rûxandin.” Ji bo hêzên me hedefên rewa ne YPG‘ê di daxuyaniya xwe de dubare ji bo çete û malbatên wan ku li Efrînê bi cih dibin, hişyarî da û got: “Di vê derbarê em balê dikşînin ser daxuyaniya me ya berê ku bi raya giştî re hatibû parvekirin, derbarê hewldanên dewleta Tirk yên bicihkirina malbatên çeteyan li Efrîn û guhertina damografiya wê piştî derxistina gelê wê. Em teqez dikin ku ev malbat ji bo hêzên me hedefên rewa ne, hebûna wan li Efrînê ne rewa ye û regezên mirovî binpê dike. Bi dewleta Tirk nexapin Hêzên me li ser esasê parastina nirxên mirovahî bi berdêlên mezin ewlekariya herêmê parast. Her wiha Efrînê gelek koçberên ku ji ber şer reviyan, hembêz kirin. Ji ber van sedeman, em hemû kesên ku bi lîstikên dewleta Tirk û çeteyan hatine xapandin, hişyar dikin ku bi lîstikên wan nexapin û nehêlin ku ew bibin alavên kirîn û firotinê di destê dewleta Tirk de. Ji ber ku hêzên me wê her kesê ku têkliyên xwe bi dewleta Tirk re heye, ji xwe re bike hedef. Berxwedan heta azadiyê Her wiha em berxwedana gelê xwe yê ku ji warê xwe bi darê zorê hatin derxistin û neqebûlkirina wan a dagirkeriyê silav dikin, em dîsa soza xwe ya rizgarkirina Efrînê ji gelê xwe re nû dikin. Temenê wê çi dibe bila bibe, berxwedan wê heta ku em gelê xwe dighînin jiyaneke aram û ewle wê dewam bike.” NAVENDA NÛÇEYAN