Hêzên çete li himberî berxwedana Yekîneyên Parastina Gel (YPG) windahiyên mezin didin. Di vê heftiya derbasbûyî de û di encama êrîşên fedayî yên şervanên YPG'ê de, van koman bi sedan kuştî û birîndar dane. Di hemû deverên eniya şer de, ji Çil Axa bigre heta bi Girê Sipî, YPG mîna artêşek profsyonel û xwedî tecrube li himberî van çeteyan radiweste . Ji ber ku rû bi rû nikarin şer bikin û li hember hêza Kurd têk diçin, ev komên terorê îca dest bi çalakiyên xwekujî û şandina erebeyên bombebarkirî bo bajar û bajarokên Rojavayê Kurdistanê dikin. Li Efrînê dîsa sivîl hedef girtin û 4 jin û zarok kuştin. Ew dixwazin Kurdan çavtirsandî bikin û wan neçarî rev û koçberiyê bikin.

Komên çete yên (Cebha al-Nusra) û (Dewleta Iraq û Şamê) yên girêdayî rêxsitina El Qaîdayê ne, heremên rojava ji xwe re kirine armanceke sereke. Ew dixwazin li van hereman dewletek olî ava bikin û hemû çavkaniyên petrol û çandinyê bigrin destê xwe. Li Reqayê ev armanc heta radeyekê pêkanîn. Li wir hemû komên çekdar yên girêdayî 'Artêşa Hur' tesfiyekirin û kontrola tevahiya wîlayetê girtin dest xwe. Bi riya çalakiyên xwekujî û erebeyên bombebarkirî bi sedan ji endamên (Tugaya Ahfad El Resûl) kuştin û ew ji tevahiya Reqayê derxistin. Niha hewl didin heman tiştî û bi heman şêweyî li heremên Rojava jî pêkbînin. Bi taybetî wan herema Rimêlan ji xwe re kirî ye armanca mezin û dixwazin bîrên petrolê ji destê Kurdan derxin. Lê berxwedana YPG ne di hesabê wan de bû. Wan digot ewê rastî hêzêkê mîna hêzên artêşa rejîma Beşar Esed werin, ku di pevçûnan de ji hev bikevin û esker xwe radestî wan bikin. An jî komek çekdar mîna komên 'Artêşa Hur' ku ji bo gumrik û ticaretê şer dikin û dema dişkên direvin. Ev hesabê çeteyan têk çû. Şervanên YPG'ê bi vîna berxwedan û bi rihê Apocî paşve venagerin û derbeyên giran li wan didin.
Ji ber têkçûna vê dawiyê ev komên girêdayî el Qaîdayê niha li nava gundên Ereban yên herema Girê Sipî û başûrê Hesekê digerin û ciwanên Ereb sewqî şerê qirêj dikin. Kesê naxwaze vî şerî bike, divê 500.000 lîreyan bide (derdora 8000 Euro). Stratejiya van komên terorê niha li ser durstkirina şerekî di navbera Ereb û Kurdan de ye. Gelek Ereb ji ber terorê direvin û cih û warên xwe terik dikin. Gundên Ereban yên nêzîkî Rojava ji YPG dixwazin ku wan li himberî van çeteyan biparêze. Bi taybetî vê dema dawî ev yek li bajarê Abû Rasên hate diyarkirin. Yekîneya bi navê (Yekîneya Şehîd Abdulmenan Meter) ku hemû şervanên wê Ereb in, wezîfeya parastina vî bajarokê Rojava, ku piraniya nişticih Erebin girt serxwe. Beriya demekê jî yek ji şêxên eşîra Ereb a li Rojava dijî, sipasiya YPG'ê kir û ji vê hêza parastinê xwest ku yekîneyek xwe bişîne ji bo berevaniya gund û milkên wan.
Komên çete welatiyên Êzîdî jî hedef girtin. Êrîşî gundên Êzdiyan yên herema Serêkaniyê kirin û 3 kes qetilkirin. Her weha keçek Êzîdî jî (Bêrîvana Biçûk) di nava refên YPG'ê de şehîd ket. Li Kurdistan û Ewropayê Êzdiyan dest bi kampanya alîkariya berxwedana YPG'ê kir. Sazî û rêxsitinên wan daxuyaniyên piştgirtî û sipasya YPG 'ê belavkirin.
Di vê navberê de dewleta Tirk destekdayina van komên terorê xurtir dike. Tê gotin ku dê stasyonek tirênê li Serêkaniya serxetê ji bo alîkariya van komên çete bête avakirin. Bi riya vê stasyonê wê alavên şer û alîkariya tibî ji bo terorîstan here. Diyare dewleta Tirk dê heta dawiyê li pişta van koman be.
Muxalefeta nijadperest ya Sûriyeye hîna pişta van komên çete digre. Tevî ku ev kom vê muxalefetê wek lîstika destê DYA û Israîlê dibîne, lê dîsa jî muxalefeta nijadperest dixwaze ku ev kom pişta Kurdan bidin erdê û hêza wan ya eskerî YPG qelis bikin. Di warê siyasî de ev muxaleft destekê dide van koman û wan mîna 'beşekî ji şoreşê' hesab dike û YPG bi 'alîgeriya rejîma Esed' tewanbar dike.
Niha muxalefeta nijadperest hewl dide hin partiyên Kurdan tevlî xwe bike û bi vê yekê re PYD 'êdi warê siyasî û diplomasî de û YPG di warê piştgiriya gel de qels bike. Ev pîlan niha li Stenbolê tê rêsan. Hinek partiyên Kurd ên Rojava wek her car beziyan û pişta xwe dan ewqas êş û azariya ku miletê Rojava ji ber van komên çete dikşîne. Jixwe liv û tevgera rev û koçberiya ji Rojava hîna dewam dike. Weha xuyaye ku hikûmeta başûrê Kurdistanê van kesan teşwîqî revê dike û 'alîkariyê' ji bo wan diyar dike.
Bi gotinek din, niha şerê topyekbûn li dijî Rojava û hêza wê ya parastinê YPG'ê tê birêvebirin. Divê tevahiya netewa Kurd vê yekê bizanibe û destûrê nede komên terorê, muxalefeta nijadperest û dewleta Tirk ku Rojava tune, derbider û têk bibin.