
Til Berek li benda we ye
Daxuyaniyê wiha dewam kir:" Welatiyên Til Berekê yên bi rûmet, eşîrên azadîxwaz, vaye bajarê we li we vegeriya, bi alîkariya we û bi keda zarokên we ji komên çete û tarî hate rizgarkirin. Niha dema weye ku hûn erkên xwe yên dîrokî pêk bînin û bajarê xwe biparêzin û birêxistin bikin da ku bibe nimûneya berxwedan û rûmetê." YPG`ê di daxuyaniya xwe de ji welatiyên Til Berekê yên ku ji aliyê çeteyan ve hatine koçber kirin xwest ku vegerin malên xwe û wiha dewam kir:"Em bang li hemû welatiyên rêzdar dikin ku vegerin malên xwe, me bajar ji teqemenî û mayinan paqij kir. Em bang li we dikin ku hûn meclîs û rêveberiyên xwe yên cuda û hêzên xwe yên parastinê ava bikin."
Berpirsiyariya netewî
Fermandariya YPG`ê daxuyaniya xwe wiha bi dawî kir:"Hûn xwediyê bajêr û herêmê ne, ev bajarê we yê azad dîsa vegeriya destê we. Li pêşiya we berpirsyariyên mirovî, neteweyî û exlaqî hene ku hûn gelê xwe ber bi azadiyê ve bibin û ji bo her kesî jiyaneke bi rûmet pêk bînin. Em dibêjin, bi hevre ber bi pêşxistin û parastina bajêr û herêmê, yekîneyên me, Yekîneyên Parastina Gel (YPG) dê ji niha heta ku hûn bi xwe karibin xwe biparêzin, bi hemû derfetên xwe alîkariya we bikin." YPG´ê û YPJ´ê roja 22`ê Sibatê operasiyoneke lidar xist û bajarê Til Berekê û herêmên derdorê ji komên çete rizgar kirin.
ANHA/QAMIŞLO