Komên çete yên DAIŞ’ê bi hezaran jin û zarokên Êzîdî 3’ê Tebaxa par revandin. Hêzên YPG û YPJ'ê di encama xebateke demdirêj de karîbûn 13 jin û zarokên zêdeyî salekê ji aliyê çeteyan ve hatine revandin, rizgar bikin. Koma ku hatiye rizgarkirin ji 3 jin û 10 zarokan pêk tê ku temenê wan di navbera 2 û 13 salan de ye.

Jinên pîr kirin kole yên ciwan firotin

Jinên ku hatine rizgarkirin diyar kirin ku komên çete yên DAIŞ’ê zilamên wan ên qebûl nekirin bibin misilman qetil kirin, her wiha jinên zewicî û keç ji hev cûda kirin û gotin ku ew nizanin ên din bi ku ve birin. Jinan destnîşan kirin ku çeteyan jinên bi temen neçarî şertên Îslamê kirin û di malan de wekî kole hatin xebitandin.
Jina bi navê Fetûma Umer a ji gundê Koço (42 salî) serpêhatiya xwe û hezaran jin û zarokên Êzîdî vegot. Fetûma da zanîn ku piştî ku pêşmergeyên PDK’ê ew neparastin û reviyan, çeteyên DAIŞ’ê bi hezaran jin ji gundên Şengalê û navenda Şengalê revandin. Fatûma got, çeteyan ew ji gundê Koço birin Tedmur (Palmêra), Reqa û gelek bajarên Sûriyê û Iraqê gerandin û wiha domand: “Dema komên çete êrîşî Şengalê kirin, me hewl da em birevin Başûrê Kurdistanê, lê komên çeteyan riya me qut kir û em girtin. Çeteyan em birin bajarokê Beac, em 8 rojan li wir man, paşê em birin gundê Til Benat em li wir jî 13 rojan man. Ji wir jî em vegerandin gundê me Koço, em li wir jî 3 rojan man, ji vir êdî em birin bajarê Til Efer li vir jî em mehekê man, ji Til Efer em birin Mûsilê.”

Qederê 5 hezar kesên revandî
Fatûma, da zanîn ku li Mûsilê derdora 5 hezar jin, zarok û zilamên ku çeteyan revandibûn hebûn, li vir jin, zarok û zilam ji hev cûda kirin, jinên ciwan jî ji jinên bi temen qut kirin û wiha pêde çû: “Em nizanin çarenûsa keçên me û zilamên me çi ye, pêşî em ji hev cûda kirin, em anîn bajarê Til Efer, em sê mehan li wir man, ji vir em birin bajarê Reqa yê Sûriyê em derdora 150 jin û zarokî bûn, em di dibistanekê de bi cih kirin, 42 kes ji me birin bajarê Tedmur (Palmêra) em li wir 20 rojan man.”

´Min got, keça min dîn e´

Jina bi navê Leyla Hesen (46 salî) derbarê bûyerê de got ku çeteyan bi darê zorê ji wan dixwestin ku bibin misiliman û got: “Çeteyan em revandin, gefa kuştinê li me xwarin û ji me xwestin em bibin misilman. Kesên qebûl nekirin hatin qetilkirin. Min porê keça xwe Avîn birî û min got, dîn e, armanca min ew bû ku wê bi xwe re nebin. Ji ber ku çeteyan keç bi xwe re dibirin.”

´Du keçên min birin, ez bi aqûbeta wan nizanim´

Jina bi navê Torê Şemo (45 salî) ya ji gundê Koço dayîka 7 zarokan ji aliyê çeteyan bi 2 keçên wê yên ciwan re hate revandin. Torê, roja revandinê xwe wiha vegot: “Em reviyan, çeteyan ji me re got, vegerin gundê xwe û alên spî daleqînin, em nêzî we nabin. Lê dema em vegeriyan malên xwe, me dît çawa zilaman qetil dikin, jinan direvînin, me careke din hewl da em birevin Başûrê Kurdistanê, li ser rê em girtin, 2 keçên min ên temenê wan 15 û 13 sal birin, keçên min pir ditirsiyan, ji min re gotin dayê em ê xwe bikujin. Çeteyan ew revandin û ez nizanim çi li serê wan hatiye. Çeteyan em wekî kole bi kar tanîn. Zilamên nehatin qetilkirin jî wekî kole di malan de û xwedîkirina pez de dihatin bikaranîn, jin jî di malan de didan xebitandin.”
Torê, got ku dema li Reqayê bû, serçeteyek hat û 42 jin kirîn û weha dewam kir: “Wî serçeteyî ez jî di navê de 42 jinên Êzidî kirîn, em birin Tedmurê û li wir kesên zêde pere didan wan, jinên Êzîdî difirotin wan.”


 JINHA / NAVENDA NÛÇEYAN