
Di daxuyaniyê de hate destnîşan kirin ku YPG’ê û şêniyên Efrînê bi hemû pêkhateyên wê berxwedaneke bê hempa dijî van êrîşan nîşan dan û wiha hate gotin: ‘̓ Destpêka bûyeran, komên çekdar êrîşî yekîneyên me li gundên Aqînê, Basilê û Zaratê kirin. Di 10’ê hizêranê de jî van koman êrîşên xwe fereh kirin û berê çekên xwe dan gundê Mereskê û Kefer Mezê. Di encama bersivdayîne şervanên me de pevçûn rû dan û êrîş vala hatin derxistin.
Komên çete hatin derxistin
Di berdewama daxuyaniyê de encam pevçnan hate diyarkirin û wiha hate gotin: ‘̓ De encama bersivdayîna êrîşan de şervanên me çalakiyek pêk anîn û di encamê de pêşketinek meydanî bidestxistin. Gundên Kefer Mezê ji destê komên çekdar hate rizgar kirin, şevê din di saetên dawî de jî komên çete careke din êrîş kirin û xwe di gund de bi cih kirin, lê di encama bersivdayîna şervanên me de pevçûn 2 saetan dom kirin, di ecamê de komên çekdar ji gund xwe paşve kişandin.’̓
Di daxuyaniya fermadariya giştî ya YPG’ê de hate gotin ku di pevçûnên 3 rojan de gelek çekdar hatin kuştin û gelek birîndarên wan jî hene, her wiha avahiyek ku bibû navenda komên çekdar û wesayîteke doşka li ser hatin rûxandin. Di daxuyaniyê hate bibîrxistin ku di van pevçûnan de 3 şervanên YPG’ê jiyana xwe jidest dane.
Fermandariya Giştî ya YPG’ê di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku duh êvarê yekîneyên Artêşa Tirk bi armanca piştgirtiya komên çekdar êrîşî gundê Mele Xelîl a Cidêrisa Efrînê ku li ser sînor ê bakur û rojavayê Kurdistanê dikeve û di encama bersivdayîna şervanên YPG’ê de, Yekîneyên Artêşa Tirk neçar man xwe paşve bikşînin û hate gotin: ‘̓ Tu niyeta me ku em êrîşî sînorê Tirkiyêû Artêşa Tirk bikin tune ye, em bang li Artêşa Tikr dikin da ku bi tu awayî nêzî herêmên me ne bin.’̓
Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin: ‘̓Em wek YPG’ê soz didin gel û Şehîdên xwe ku em ê li ser xeta şehîdan bimeşin, rê nedin komên diz ku têkevin herêmên rojavayê Kuristanê û em ê herêmê bi temamî ji wan paqij bikin.’̓
TEV-DEM: Êrîş û ambargo plankirî ne
Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) bi daxuyaniyekê diyar kir ku êrîşa Artêşa Tirk li dijî gundê Mele Xelîl û ambargoya ser Efrîn li dijî destkeftiyên gelê Kurd bi awayekî plankirî pêk hatiye. TEV-DEM'ê destnîşan kir ku êrîşên çapemeniyê jî bi piştevaniya Partiya Dîmokratî Kurdî li Sûriyê (Ebdulhekîm Beşar) û Azadî (Mistefa Cuma) bi armanca rewakirina êrîşên Efrînê pêk tên.
Di daxuyaniyê de hate destnîşan kirin ku cara yekem ji temenê şoreşa Sûriyê ye ku yekîneyên artêşa Tirk derbasî Rojavayê Kurdistanê dibin û bi panzêran êrîşî gundê Mele Xelîl a navçeya Cindêris a Efrîn dikin. Di daxuyaniyê de hate gotin ku Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bersiva êrîşê da û di encamê de pevçûn derdora 2 saetan dom kir û wiha hate got:’̓Tiştên bal kêş ew in ku artêşa Tirkiyê hemû riyên qaçaxçî ku bazirgan bikar tanîn û welatî têre derbasî bakurê Kurdistanê dibûn girtin. Ev yek planên dorpêçkirina Efrîn ku li dijî destkeftiyên gelê Kurd pêk tên eşkere dike, her wiha nîşana dide ku Tirkiyê komên çet ên Artêşa Hur ku êrîşî Efrîn dikin û gelê wê dorpêç dikin, destek dike.’̓
Di berdewama daxuyaniyê de Desteya Rêveber a TEV-DEM’ê da zanîn ku êrîşên dijî Serêkaniyê, Ebû Rasên, Til Temir, taxên Kurdan li Helebê û niha herêma Efrîn ne tesadf in û wiha got: ‘̓ Êrîşên Yekîniyên Artêşa Tirkiyê ser xaka rojavayê Kurdistanê dide nîşan ku Tirkiyê van koman bi awayekî rasteqîne destek dike.’̓ TEV-DEM’ê bang li hêzên navnetewî kir da ku helwesta xwe bi awayekî fermî derbarê mudaxeleya yekîneyên Artêşa Tirkiyê di xaka rojavayê Kurdistanê de nîşan bi de.
Di daxuyaniyê de hate gotin: ‘̓Dema êrîş û amabargoya dijî Efrîn pêk tê, Partiyên wek Demokratî Kurdî li Sûriyê (Ebdulhekîm Beşar) û Azadî (Mistefa Cuma) ji ser saziyên çapemeniyê ên nêzî xwe êrîşî nirxên gelê me dikin, dorpêçkirina Efrîn ji aliyê komên çete ve bi bajarên Nibul û Zehrai ve girêdidin, bi vê yekê dixwazin êrîş û dorpêşkirina Efrîn ji komên çet re rew bikin. Dibêjin ku ambargoya li ser Efrîn du alî pêk hatiye. ji vê yekê dixwazin êrîş û embargoya ser Efrînê ji aliyê Komên çete rewa bikin. Êrîşên ser gundên Mereskê û Kefer Mezê, bi bajarên Nubul û Zehrai ku 20 kîlometreyî dûrî van Kurdana girêdidin. Ev ji rastiyê dûr e. bi vê yêkê dixwazin hiceta derbarê êrîşên xwe yên ser gelê Kurd û YPG’ê li vê herêmê nîşan bidin. Ev êrîşên li ser çapemeniyê xeter û dê bandorê li Yekîtiya Kurdan û helwesta Kurdî bike. ‘̓ Di daxuyaniyê de hate diyrekirin ku herêmên kudî di çemrbera komên çete û rêberên wan Tirkiyê ye de ne, ne wek ku bi navdikinê ambargoya 2 aliye û daxuyanî wiha dom kir:’̓ Di vê demê de îhtiyacê me, bi helwestek yekbûyî li dijî van êrîşan heye, herêmên me di çembera komên çete û rêberên wan Tirkiyê ye.Pêwîstiye gelê Kurd ji her demê zadetir bi yekîtiyê heye.’̓
Di dawiya daxuyaniyê de berxwedana gelê Kurd li Efrîn û piştgirtiya wan ji şervanên YPG’ê re hate silav kir in û wiha pê de çû:’̓Em bejna xwe ji Şehîdên berxwedana Efrînê ditewînin û banga me ji bo hemû gelê Kurdistan û cîhanê da ku piştgirtiya berxwedanan Efrînê bi hemû hêza xwe bikin.’̓
NAVENDA NÛÇEYAN
15 çekdar hatin kuştin
Li Derdora gundê Mezreê ya navçeya Şera ya Efrînê pevçûnên di navber Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û çekdarên Artêşa Azad didomin.
Pevçûnên li gundê Mereskê ya navçeya Şera ya Efrînê ku ji êvara roja duşemê di navbera tabûra Elfirsan a Artêşa Azad ku li bajarê Îzazî êrîşî gundên kurda kirin û şervanên YPG’ê yên ku neçar man bersiva êrîşan bidin hîn didomin. Şêniyên gundê Mereskê pişgirtiyeke mezin bi şervanên YPG’ê re nîşan dan. Di encama pevçûnên ku çend saetan dom kir şervanên YPG’ê gundê Merezgê bidest xistin, lê pevçûn veguhezî derdora gundê Mezra ya nêzî wê.
Li gorî agahiyên nûçegîhanê ANHA’yê li gundê Mereskê, di pevçûnên 2 rojan de zêdî 15 çekdaran hate kuştin û gelek din birîndar bûn. Her wiha turimbêlek doşka liser û 2 mal ku çekaran ji xwe re kiribûn wargeh hatin rûxandin.Di roja 2’emîn ji pevçûnan de şervanên YPG’ê gundên Kefer Meze ya nêzî gundê Mereskê û gundê ku kurd û ereb lê jiyan dikin pişgirtiya şervanên YPG’ê kir. Pevçûn îro di saetên êvarê de li derdora gundê Mezrea dijwar bûn û hîn didomin.
Li aliyeke din bi sedan weltiyên kurd ku hin ji wan endamên Meclîsên gelin, li ber avahiya Meclîsa gel a Efrînê hatin cem hev û banga biçekirina wan kir da ku bi erkê xwe yê parastinê rabin û li kêleka şervanên YPG’ê bisekinin. Welatiyan piştî êrîşa li ser gundê Mereskê çekên xwe yên sivik û navîn rakirin û herêmên xwe ji êrîşên muhtemel dikin. Endamên Meclîsan ku dest bi parastinê kirin dan zanîn ku gelê kurd dengê xwe dane wan ji ber vê yekê ew ê bi hemû hêza xwe parastina herêmê bikin.
Hejmara welatiyên ku çekên xwe rakirin gihişte 175 kesî, welatî ji ciwan û mezinan pêk tên hate hînbûn ku mirovên bi temenê xwe mezin di nava weltiyan de hebûn. Welatiyan li gorî ferman YPG’ê û hêzên Asayîşê xwe belevkirin. Welatiyên herêmê derdikevin dewriya û hin li kêleka YPG’ê şerê komên çet dikin û hinek din avahî û saziyan diparêzin.
Li aliyeke din komên çete ên ku li ber berxwedanna şervanên YPG’ê têk diçin, li derdora gundê Bênê zeviyên genim û cehê welatiyên kurd şewitandin.
Gundên navçeya Şêrawa ya Efrînê ku beriya niha pevçûn lê bi dijwarî rû dabûn û şervanên YPG’ê komên çete ji wan derxistin di nava bê dengiyekê jiyan dike û gundiyên ku ji ber pevçûnan koçber bibûn vedgerin malên xwe.
EFRÎN
YPG navê 3 şervanên xwe eşkere kir
Navenda Çapemeniyê ya Yekîneyên Parastian Gel (YPG) navê 3 şervanên xwe yê li gundê Merskê ya navçeya Şera ya Efrîn di berxwedana li dijî êrîşên komên çekdar ên girêdayî Artêşa Azad jiyana xwe jidest dan ekşkere kir. Li gorî navenda çapemeniyê ya YPG’ê navê şervanên 3 şervanên YPG’ê ev in:
Ferîd Ebdela (Şoreş) Navê bav: Ehmed. Cih û dîroka jidayîk bûnê: di sala 19871an de li gundê Marta.
Mezlûm Hesen (Kendal) Cih û dîroka jidayîk bûnê: di 4’ê çile ya 1991.
Ciwan Ehmed (Çekdar) Navê bav: Mehmûd. Di sala 1990 li gundê Satiyê hatiye dinê.
EFRÎN