Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YPG`ê bi daxuyaniyekê ragihand ku yekîneyeke wan li dagirkerên Efrînê daye û du dagirker hatine kuştin.

YPG`ê destnîşan kir ku 9’ê Îlonê hêzên wan li hemberî seyareyeke eskerî ya koma çete ya bi navê Feylaq El-Şam li gundê Stêrk ê girêdayî navenda bajarê Efrînê, çalakiyek bi bandor pêk anîye. YPG`ê got ku di encama çalakiyê de seyare bi temamî hate rûxandin û her du çeteyên di seyareyê de hatin kuştin, her wiha 2 çekên AK-47 hatin desteserkirin.

Li gorî YPG`ê navê çeteyên ku hatine kuştin wiha ne: Xalid El-Feyiz ji Hema û Mesûd El-Faris ji Idlibê.

 

EFRÎN

 
 

Tûgaya şehîd Ebû Casim ava bû

   

Li Minbicê tûgaya şehîd Ebû Casim El Begarî hate avakirin

Meclîsa Leşkerî ya Minbicê tûgaya şehîd Ebû Casim El Begarî ava kir. Tûgay piştî perwerdehiya leşkerî ya 225 şervanan hate avakirin.

Avakirina tûgayê doh bi merasîmekê hate eşkerekirin. Fermandarê Meclîsa Leşkerî yê Minbicê Îbrahîm El Benawî got, “Ji bo ku em axa xwe ji dagirkeran  biparêzin, me rahişt çekê û me dest bi berxwedanê kir.” Îbrahîm El Benawî diyar kir ku Minbic bi xwîna şehîdan hatiye azadkirin û ew ê têkoşîna li ser xeta şehîdan bidomînin.

 

ANF/MINBIC