Tevlîbûna nava refên YPG'ê zêde dibe, bi dehan şêniyên herêma Ebû Rasên ji Kurd û Ereban tevlî nava YPG'ê bûn. Di çarçoveyê de hêzên YPG'ê tabûreke nû bi navê ''Şehîd Zîwer'' ku ji şervanên nû yên Kurd û Ereb bi merasîmekê îlan kirin. Di merasîmê de Fermandarê YPG'ê yê herêma Dirbêsiyê Reşîd Umer, Fermandarê YPG'ê yê herêma Ebû Rasên Şiyar Kobanê û hin fermandarên YPG û YPJ'ê jî amade bûn. Merasîm bi merasîma leşkerî dest pê kir û piştre Fermandarê YPG'ê yê herêma Dirbêsiyê Reşîd Umer ji şervanên nû re axivî û da zanîn ku hêzên YPG'ê ji bo parastina hemû pêkahteyên herêmê hatiye dameziranin û got ku YPG'ê hêza yekane ya parastina hemû pêkhateyan e û wiha got: ''Îro tabûra we ku ji Kurd û Ereban hatiye damezirandin nîşan dide ku YPG'ê hêza hemû pêkhateyan e.'' Piştî merasîman fermandarê YPG'ê Şiyar Kobanê ji şervanan re axivî û da zanîn ku erka parastina herêmê ji komên çete dikeve ser milê wan û da zanîn ku YPG'ê hêza rewa ya parastina herêmê ye. Kobanê, êrîşa komên çete ya li dijî bajaroka Til Meerûf û rûxandina merqeda Şêxên Xeznewî şermezar kir. Piştî axaftinan şervanên YPG'ê yên nû, dest bi erka xwe ya parastinê kirin.
EBÛ RASÊN