Di daxuyaniyê de hate gotin ku hêzên YPG'ê bi armanca parastina gelê herêmê ji êrîşên komên çete û li ser daxwaza welatiyan, hemleya ''Dilsoziya bi şehîdên Til Berek û Til Hemîs re'' li dijî bargeh û navendên komên çete dabû destpêkirin. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku YPG'ê di encama hemleyê de planên komên çete yên li dijî gelên herêmê têk birine.


Bajarok aram bû

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku armanca YPG'ê ji hemleyê ew bû ku çeteyan belav bike û wan ji erdnîgariya herêmê dûr bixin da ku xetereya wan li ser herêmê nemîne, her wiha hewldanên wan ên derxistina tevliheviyê di navbera pêkhateyên herêmê de, vala derbixin û Til Berek û gundên wê ku bûbû navenda çeteyan paqij bikin.
Di berdewama daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku YPG'ê beriya niha dabû xuyankirin ku pêwîste gelê herêmê parastina aramî û ewlekariya bajarê xwe bikin û wiha hat domkirin: ''Armanca me ya sereke, parastina herêmê û gelê wê ye. Her wiha pêşxistina biratiya gelan û jiyana hevbeş a hemû gelên herêmê.''

´Me erka xwe pêk anî´

Di daxuyaniyê de hete diyarkirin ku hêzên YPG’ê erka xwe ya paqijkirina bajaroka Til Berek ji hemû çeteyan û parastina aramiya wê, pêk aniye û wiha hate domandin: ''Li ser daxwaza serokeşîr û rûspiyên herêmê û ji bo parastina biratiya dîrokî ya gelê Kurd û Ereb, me hêzên xwe ji bajaroka Til Berek kişandin. Em hêvî dikin ku şêniyên bajar vegerin malên xwe, rêveberiya bajarê xwe bikin û rê nedin ku çete derbasî bajêr bibin.''

Banga hişyariyê
Di berdewama daxuyaniya xwe YPG bibîrxist ku eger careke din çete derbasî bajêr bibin, dê YPG careke din hemleyê bide destpêkirin û derbeyên giran li navendên çeteyan bixin û rê nedin wan ku careke din kom bibin.
Di daxuyaniyê de ev hişyarî hate kirin: ''Bila hemû kesên ku piştgiriya çeteyan dikirin û aramiya herêmê tevlîhev dikirin, baş bizanibin ku eger careke din piştgiriya çeteyan bikin, dê bêne darizandin.'' Di daxuyaniyê de bang li hemû aliyan hate kirin ku bi rihê berpirsyariyê tevbigerin û piştgiriya berxwedana rewa ya li dijî çeteyan û êrîşên wan, bikin û daxuyanî wiha pêde çû: ''Bila her kes wateya biryara me ya derbarê rawestandina çalakiyên leşkerî di sînorên heyî de baş zanibin û têbighêjin ku ev biryar ji baweriya me bi berpirsyartiyên me ya dîrokî hatiye. Biryara me bingeha xwe ji jiyana hevbeş û biratiya gelên herêmê  pêk hatiye.''

Banga vegerê kir

Fermandariya YPG'ê di dawiya daxuyaniya xwe de bang li şêniyên Til Berek kir ku vegerin û soz da ku YPG'ê dê tu carî wan li ber çeteyan bê parastin nehêle û dema bê xwestin dê erka xwe ya parastinê pêk bîne.
Di dawiya daxuyaniyê de YPG'ê bang li hemû pêkhateyan kir ku li derdora hêzên YPG'ê ku bûye amûra misogeriya aramî û jiyana hevbeş, azad bin û piştgiriya xwe pêşkêş bikin. 

ANHA/QAMIŞLO