Navenda Ragihandinê ya YPG’ê, der barê êrîşên çeteyan û şer de daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hat gotin, “Êrîşên hevbeş ên komên çete yên di bin banê koalîsyona Sûriyeyê de tevdigerin yên wekî Lîwaa Sultan Murad, Ehrar El-Şam, Furqeya 16’an, Lîwaa El-Fetih, Lîwa Siltan Mihemed El Fetêh, Arteşa El Mucahidîn, Suwar El Şam, Ehrar Suruye, Cepha El Şamiye, Siqor El Cebel, Firka 101, Foc Alewal, Cephe El Tirkmen, Tabûrên Ebû Emera, Arteşa Al Îslam, Kombûna Festeqim Kema Emert, Lîwa 13., Firqa El Şemaliye û Tabûrên Nûreddîn Zenkî ya li dijî taxa Şêx Meqsûd a Helebê dewam dike.”

Di daxuyaniyê de hat ragihandin, komên çeteyan roja 30’ê Nîsanê ji herêma Seken Şebab li dijî Şara Muxaberat bi topên hawan û cehenemê êrîşek li dar xistin û hat gotin, di vî şerî de çeteyek hatiye kuştin çeteyek jî birîndar bûye. Navenda Ragihandinê da zanîn, roja 30’ê Nîsanê çeteyên DAIŞ’ê ji kozikên xwe yên li başûrê Cerablûsê bi çekên giran êrîş bir ser bajarokê Şêxler ê  Kobanê û hêzên YPG/YPJ’ê bi çekên giran bersiv dan vê êrîşê. Hat gotin, “Hejmara kuştî û birîndarên çeteyan a di van êrîşan de nehat zelalkirin.” 


 NAVENDA NÛÇEYAN