Li herêma Çelaxa ya girêdayî Girkê Legê pevçûnên ku di 16’ê Tîrmehê de bi êrîşên komên wekî Dewleta Îslamî ya Iraq û Biladî Şam ku di nav de Cebhet El-Nusra jî heye û girêdayî El-Qaîdeyê ye destpê kiribûn cih bi cîh didomin. Di encama pevçûnên ku di navbera van koman û hêzên YPG’ê de derketin, li gundên Elî Axa, Til Elo, Girhok û Xirab Bajar destpê kirin de, di roja 4’an de komên êrîşkar reviyan. Hate ragihandin ku koma Cebhet El-Nusra ji gundê Til Elo hatiye derxistin û ber bi Til Koçer ve reviya ye. Her wiha gundê Siwêdiyê yê di navbera Girkê Legê û Til Koçer de jî ji komên çete hate rizgarkirin.

Hate ragihandin ku, li gundên derdora gundê Til Elo car caran pevçûnan doh dom kir û komên êrîşkar gelek windahî dane, lê ji ber ku kuştî û birîndarên xwe dibin aliyê Til Koçer a dibin kontrola wan de ye, derbarê encaman de agahiyên zelal nehatin bidestxistin.

Çeteyên Kurd jî cîh digirin

Li gundê Hedadê jî şêvadin saed derdora 22:00’an de wesayîtek Cebhet El-Nusra êrîşî benda kontrolê ya YPG’ê kir. Li ser vê yekê hêzên YPG’ê bersiv da û pevçûn derket. Di pevçûnê de êrîşkarek hate kuştin û yên din jî reviyan. Wesayîta wan jî hate desteserkirin. Hate hînbûn ku, di nava êrîşkaran herêma Çelaxa de hinek komên ji Kurdan pêk tên ên wekî komên bi navê Selahaddîn û Mala Birhik ku kesê bi navê Xêredîn Birhik pêşengiya wan dike yên girêdayî El-Partî, koma Mişel a girêdayî Teyar Musteqbel jî hene.
Çavkaniyeke pêbawer gotibû ku komên bi navê Ehrar El-Şam, Qee Qa û Mala Berhik ên girêdayî El-Parti ku Hekîm Beşar serokatiya wê dike, Ketîba Selahaddin a girêdayî Partiya Azadî, Meşel Temo ya girêdayî Partiya Teyar El-Musteqbel, Dewleta Îslamî ya Iraq û Bilad El-Şam û Cephet El Nusra, li herêma Til Koçer civînek veşartî lidar xistine. Heman çavkanî diyar kiribû ku ku civîn 2 roj beriya êrîşan hatiye lidarxistin û biryar hatiye girtin ku di nava 24 saetan de herêma Rimêlanê bê bidestxistin.

Hewldana êrîşa întîxarî

Hate ragihandin ku endamekî koma Cephet El-Nusra ê ku xwest êrîşî navenda YPG’ê ya li Çelaxa bike, piştî ku şervanên YPG’ê pê hesiyan bombeya liser xwe teqand.  Li gorî şahidên bûyerê kesê behsa mijarê ji nava dikanan derket û ber bi navenda YPG’ê ve meşiya. Kesê ku tevgerên wî bi guman bûn, ji aliyê şervanên YPG’ê ve hate ferqkirin û hate astengkirin. Li ser vê yekê kesê ku navê wî nehat hînbûn bombeyên liser xwe teqandin. Di encama teqînê de êrîşkar mir û perçeyên bedena wî li belavî derdorê bûn. Piştî teqînê hêzên asayîşê çûn cihê bûyerê û lêkolîn da destpêkirin. 

GIRKÊ LEGÊ