
BÊRÎTAN SARYA / ANF / DÊRA ZORÊ
Serhat Baya ji Fransayê çû Şengalê û tevlî nava refên YBŞ‘ê bû. Niha jî di Pêngava Bagera Cizîrê de li Bakurê Sûriyê, tevî hêzên QSD´ê li dijî DAIŞ’ê şer dike. Baya got, YPG bêyî ku cihêkariyê bike, herkesî diparêze.
Serhat Baya beriya niha bi 6 mehan ji Fransayê çû Şengalê, tevlî nava refên Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) bû û dest bi têkoşîna li dijî DAIŞ‘ê kir. Lê belê qîma xwe tenê bi vê neanî, vegera li welatê xwe taloq kir û tevlî Pêngava Bagera Cizîrê bû. Baya ku niha li bereya Dêra Zorê şer dike, û dibêje, “Mirov ji kîjan ol yan jî neteweyî dibe bila bibe, YPG cihêkariyê naxe navbera wan û wan hemûyan diparêze.”
Girîng bû li cem Êzîdiyan cihê xwe bigire
Serhat Baya ku xwe weke ‚înternasyonalîst’ pênase dike, diyar dike ku wî li Fransayê tevî komeke hevalên xwe têkilî bi YBŞ’ê re danî, çû Şengalê û tevlî nava refên YBŞ‘ê bû. Baya wiha qala serpêhatiya xwe dike: “Alîkariya ji bo Êzidiyan ji bo min hem gelekî girîng bû hem jî cihê serbilindiyê bû. Ji ber ku wan derbeke mezin ji DAIŞ‘ê xwar û birîndar bûn. Weke înternasyonalîstekî, ji bo min gelekî girîng bû ku alîkariyê bidim wan.”

Ji ber pêngavê vegera xwe taloq kir
Serhat Baya qala tevlîbûna xwe ya li Pêngava Bagera Cizîrê jî dike ku ji bo rizgarkirina rojhilatê Dêra Zorê tê meşandin: “Dema li nava YBŞ’ê bûm, hevalên min yên YBŞ’yî yên li Reqayê şer kirin, vegeriyan Şengalê. Wan gelekî bandor li min kir. Min biryar da ku hinekî din jî li vir bimînim. Min xwest li Rojava bimînim û li Dêra Zorê şer bikim. Ji ber ku tevlî pêngava dawî ya li dijî DAIŞ’ê bûme, ez gelekî kêfxweş im. Heta ji destê min tê hewl didim bibim alîkar. Ez gelekî hez ji YPG’ê dikim, ku bêyî cihêkariyê bike her kesî diparêze.”
Mirovên wêrek û bedew in
Serhat Baya destnîşan dike ku şerê li dijî DAIŞ’ê yê ku êşên gelekî giran anîn serê civakên Xiristiyan û Êzîdiyan, gelekî girîng e û dibêje, “YPG Ereban, Kurdan, Tirkmenan, mirovên ji her ol û neteweyan ji zilma DAIŞ‘ê diparêze. Wekî din, mafên jinan diparêze. Min mirovên wêrek û bedew li vê derê nas kirin. Ez gelekî kêfxweş im ku li vir tevî Kurdan şer dikim û ya ji destê min tê, dikim.”