Di daxuyaniya hevbeş a Meclîsên Leşkerî yên Hesekê û Dirbêsiyê de hate gotin ku ev demeke dirêj komên çekdar ên xwe li ser Artêşa Hur hesab dikin, riya di navber Dirbêsiyê û Hesekê girtine, welatiyên Kurd direvîne , îşkencê li wan dikin û xiracê ji bo berdana wan distênin. Di daxuyaniyê de hate destnîşan kirin ku ev komên çekdar ji bilî van kiryarên kirêt ava vexwarinê ku bendava Şerqî diçe bajêr bê teredud qut kirin. Di berdewama daxuyaniyê de hate gotin ku li ser daxwaza gelê herêmên Dirbêsiyê û Hesekê  û giliyên wan ên li dijî van komên çekdar hêzên YPG᾿ê mudaxele kir û ket nava hewldanan ku herêmê ji van komên çete paqij bikin.


'Berê çekên xwe dan şervanên me'

Di daxuyaniyê hevbeş ya meclîsên leşkerî ya YPG᾿ê li Dirbêsiyê û Hesekê de hate ragihandin ku YPG᾿ê li hêzên xwe şand herêmê da ku riya di navbera Hesekê û Dirbêsiyê ji van komên çektar bi temamî paqij bike û riya welatiyan bi aramî vebike. Di daxuyaniyê de hate gotin ku ji bo ku tevlihevî di heremê de çêne be YPG᾿ê xwe gihand komên çekdar û ji wan xwest da ku bi awayekî aştiyane ji herêmê derkevin û wiha dom kir:" Lê Komên çekdar ên behsa mijarê berê çekên xwe dan şervanên me û di encamê de ji pêr ve pevçûn derketin û hîn dewam dikin."
Di berdewama daxuyaniyê de hate destnîşan kirin ku di van pevçûnan de hêzên YPG᾿ê hinek ji riya di navber Dirbêsiyê û Hesekê ji komên çekdar paqij kirin û hîn di nava hewldanan de ye ku herêma Bendava Şerqî bi temamî ji komên çekdar were paqijkirin.
Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin ku YPG᾿ê ji bo pirsgirêkên li pêşiya hemû gelên herêmê ji Kurd, Ereb û Xiristyan bi haydarî tevdigere û heta ewlekariya welatiyên herêmê pêk bê wê opersyona li dijî van koman bidome. 

HESEKÊ