
´Neçar in PYD nas bikin´
Gurses, anî ziman ku dewletên li heremê yên wekî Tirkiye, Erebîstan Sudîe, Qatar, Misir û Urdin ji ber hin sedemên navxweyî li hemberî DAIŞ'ê hin helwestên cuda didin nîşandan û deqez kir ku ev dewlet nikarin zû bi zû DAIŞ'ê têk bibin. Gurses derbiri ku di vî warî de Misir û Tirkiye, dîsa Qatar û Erebîstana Siudî cûda difikirin û bilêv kir ku di navbera wan de yek dengî tuneye. Gurses li ser mijarê wiha axivî: "Amerîka jî naxwaze li hemberî DAIŞ'ê operasyonekî bejayî lidarbixe. Hêzên li heremê yên muxalîf jî nikarin li hemberî Esed û çeteyan nikarin bi serê xwe tiştek bikin. Ji ber van sedeman Amerîkayê ji bo "Hêzên muxalîf" peyama alîkariyê şand. Ev jî tê wateya ku Amerîka wê alîkariyê bide PYD'ê jî."
'Hêzên serek Kurd in'
Gurses di berdewama axaftina xwe de li ser rol û têkiliyên Amerîka û Rûsyayê yên li heremê de jî hin nirxandin kirin. Gurses, destnîşan kir ku Rûsya hewl dide li hemberî hamleyên bloga ku pêşengiya wê Amerîkayê dike, hamleyan bike û da zanîn ku polîtîkayên hêzên rojavayî yên li hemberî rejîma Esed ji ber piştgiriya Rusyayê têk çûne. Gurses, her wiha got ku li heremê dê hevrikiya Amerîka û Rusyayê bidome lewma, pêdiviya Amerîka bi dewletek wekî Tirkiyeyê heye. Gurses, ev gotin bi axaftina xwe zêde kir: "Lê wekî her dewletê sînorê hêza Tirkiyeyê jî heye. Di şerê li hemberî DAIŞ'ê de aliyeki sereke jî PYD û Herêma Fedaral a Kurdistanê ne. Ji ber vê jî Tirkiye neçare bi PYD'ê re li hev bike. Tirkiyeyekî ku bi PYD'ê re li hev kiriye êdî nikare zû bi zû bi PKK'ê re şer bike. Ji ber van sedeman hevkariya Amerîka û PYD'ê wê tesîrê li ser pêvajoya çareseriyê ya li Tirkiyeyê jî bike."
'Bê Kurdan çareserî nabe'
Gurses, derbarê pirtûka xwe ya bi navê "Li Rojhilata Navîn, Şer, Demokrasî û Kurd (Conflict, Democratization, andthe Kurds in the Middle East)" de jî hin tişt gotin. Gurses, anî ziman ku bi Dr. Davîd Ramon re ev pirtûk amadekirine û wiha domand: "Îhtîmalekî mezine ku ev pêvajo bi çareseriyê encam bibe. Ev çareserî hem ji bo Tirkiyê hem jî ji bo Kurdan û hem jî ji bo hêzên rojava re, wê gelek baş be. Lewra li Rojhilata Navîn çareseriyek bêyî kurdan êdî ne pêkane. Kurd jî bi hêzên xwe yên rêxistinkirî êdî hewl didin cihê xwe li Rojhilata Navîn bigirin. Tecrubeya Rojava jî daye nîşandan ku bêyî Kurdan li Rojhilata Navîn çareserî nabe." Gurses, dawî jî diyar kir ku lazime kurd têkiliyên xwe bi Amerîkayê re xurtir bikin û wiha axivi: "Divê kurd li pêşberî raya giştî ya Amerîka û cîhanê bidin xuyakirin ku ew ji bo jiyanek demokratîk û aştiyane li Rojhilata Navîn hêzeke sereke ne."
DIHA/STENBOL