Li gorî RojNewsê, civîn duh hatiye lidarxistin û mijara serekî guftûgokirin li ser rewşa Rojava, rawestandina li hemberî terorê û çareserkirina pirsgirêkên giştî yên Sûriyê bû. Herwiha di civînê de rewşa Kobanê û çawaniya alîkariya ji bo şervanên kurd ên ku li Kobanê li dijî çeteyên DAIŞ’ê şer dikin, hatiye guftûgokirin. PYD’ê di civînê de daxwaz ji Amerîka kiriye ku bi rêya civaka navneteweyî zextê li Tirkiyê bike û ji bo dest ji alîkariya xwe ya ji bo DAIŞ’ê berde. Li gorî agahiyan, Amerîka razî bûye ku zextê li Tirkiyeyê bike û ji bo dest ji alîkariya ji bo DAIŞ’ê berde.

PYD hêzeke serke ye

Li gorî zanyariyên RojNewsê ku ji çavkaniyên cihê baweriyê wergirtî, Amerîka di civînê de ji PYD’ê re wiha gotiye: “Hem Amerîka û hem jî civaka navneteweyî PYD’ê wekî hêzekî bihêz dibîne û niha ji hemû hêzan zêdetir kariye li hemberî terorîstan rawestin. Niha gelek kes û alî dixwazin tevlî PYD’ê bibin, tevlî operasyonên leşkerî yên li dijî terorê bibin.”
Ev yek jî di demekê de ye ku hikûmeta Almanya piştgiriya xwe ya ji bo Kobanê diyar kiriye û dixwaze alîkariya lojîstîkî ji bo Rojava bişîne. Li gorî agahiyên RojNewsê Amerîka di civînê de Kobanê wekî cihekî stratejîk û giring bi nav kiriye û gotiye, nabe Kobanê bikeve. 


Dê alîkariyê bişînin Kobanê
Derbarê alîkariyên Amerîka ya ji bo Kobanê jî Amerîka ragihandiye ku ew dixwazin çek, teqemenî û alîkariyên lojîstîkî ji bo Kobanê bişînin û ji bo li dijî çeteyên DAIŞ’ê werin bikaranîn. Di civînê de behsa çawaniya şandina çekan hatiye kirin ku ji bo rêyek were dîtin û ji bo ev alîkarî bigihe Kobanê. Herwiha wê hewl bê dayîn ku Tirkiye were neçarkirin sinorê navbera Rojava û bakûrê Kurdistanê de veke û ji bo ambargoya li ser Kobanê were rakirin; ji bo di vê rêyê de alîkarî bigihînin Kobanê.
Ev hevdîtin û civînane di demekê de ye êrişên asmanî yên balafirên hevpeymanan û Amerîka navendên DAIŞ’ê yên li Kobanê bombebaran dikin. Herwiha fermandarê hêzên Amerîka ragihandiye ku tenê di nava 48 saetên borî de, nêzî 400 êrişên asîmanî li derdora Kobanê encamdane. Pêr cara yekemîn berdevka Wezareta Karê Derve ya Amerîkayê Jen Psakî diyar kir ku wan rasterast ligel PYD’ê hevdîtin kirine.

PARÎS