Navenda Ragihadinê ya YPG’ê bi daxuyaniyeke ragihand ku li navçeya Şera, Cindirês û Bilbilê yên Efrînê di çalakiyên şervanên wan de 3 çeteyên dewleta Tirk hatine kuştin.

YPG’ê di daxuyaniyê de ev agahî par ve kir;“Roja 26’ê Îlonê yekîneyek me li gundê Meryemîn ya ser bi navçeya Şera li hemberî koma Cebhet el-Şamiye çalakiyek kemînê pêk anîn. Di encama çalakiyê de çeteyê bi navê Mihemed Bikûr hat kuştin.

Heman rojê yekîneyeke din a  me li gundê Dîwa ya ser bi navçeya Cindirêsê li hember çeteyên koma Ehrar el-Şam çalakiyek pêk anîn. Di encama çalakiyê de çeteyê bi navê Ebû Morî hat kuştin.

Di çalakiya sêyemîn ya ku heman rojê hat lidar xistin de yekîneyek me li navçeya Bilbilê komên çete hedef girtin. Di encama çalakiyê de çeteyê bi navê Mihemed Reşîd Ezazî, ku weke werger di navbera komên çete û artêşa Tirk a dagirker de kar dikir, hat kuştin.”

 

EFRÎN