
48 şervanên din ên Ereb piştî perwerdeya xwe, bi merasîmekê tevlî nava refên YPG`ê bûn.
Dewreya Şehîd Muhened Hesekê ya Akademiya Şehîd Xebat bi merasîmekê tevî amadebûna fermandarên YPJ/YPG`ê û malbatên têkoşeran, bi dawî bû.
Merasîmê bi rêzgirtinê destpê kir. Piştre Fermandarê YPG´ê Remedan Ebdo axaftina despêke kir û got: ʺEm serketina dewreya perwerdeyê li hemû şervan û beşdarên merasîmê pîroz dikin. Di wextê ku şervanên tevlî dewreya Şehîd Muhened Hesekê xwe di aliyê leşkerî û bîrdozî de bi pêş dixînin, serketina hemleya Xezeba Firatê ya rizgarkirina Reqa ji bo wan hêzeke mezin bû. Hemleya ku bi hedefa rizgarkirina şêniyên Reqayê despêkiribû, digihîje armanca xwe û her roj bi dehan şêniyên Reqa rizgar dikinʺ.
Dewreya Şehîd Muhened Hesekê 25 rojan dewam kir. Şervanan dersên leşkerî û birdozî dîtin.
HESEKÊ