
Fermandar jî hatin girtin
Hat ragihandin ku piştî navendên komên çeteyan ên li herêmê hatine xistin, li herêmê operasyoneke paqijkirinê hatiye destpêkirin û di encamê de 30 endamê Ehrar El Şam /Cephet El Nusra yên ku xwe veşartibûn hatine girtin. Hat diyarkirin ku di nava endamên komên çete yê yên hatine girtinde hin fermandarên Ehrar El Şam jî hene. Di dewama daxuyaniyê de hat gotin ku bajarokê Cezaa û gundên Ebû Menasib, Hebîbiyê, Immikeyf Xerbî, Immikeyf Şerkî, El Misterîha, Naûr, El Zerqa, Sefana, Akreşê, El Kozê Şerqî û El Kozê Xerbî ji komên çeteyan hatine rizgarkirin.
Gelek çek hatin bidestxistin
Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku di operasyonê de doçkayeke 12.5, doçkayek 14.5, 1 B7, 6 kalaşnîkof, 1 biksî, 5 wesayîtên leşkerî û gelek cebilxane hatine desteserkirin. Hat diyarkirin ku di operasyonê de çeteyan windahiyeke giran dane û 3 cenazeyên wan di destê YPG’ê de ne. YPG ragihand ku operasyon li ser daxwaza eşîrên Ereb ên li herêmê û agahiyên ku çete xwe amade dikin êrîşî herêmên Rojava yên rizgarkirî bikin, hatiye destpêkirin. YPG’ê got operasyona pirr alî ya ji bo “Tolhildana Şehîdên Til Berek û Til Hemîs” bi serketî bi dawî bûye.
CIZÎR
Ji YPJ’ê tabûreke din
Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) li kantona Kobanê tabûrek nû bi navê “Şehîd Sozdar” ava kir û navenda tabûrê jî vekir. YPJ) li kantona Kobanê ji bo şervanên nû dewreya perwerdeya leşkerî û ramyarî dabû destpê kirin. Dewre piştî 3 mehan bi dawî bû. Merasîm li navenda tabûrê bi beşdariya dehan welatiyên herêmê û malbata şehîd Sozdar bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Piştî rêzgirtinê endamên tabûrê sond xwarin û nasnameyên taybet ên şervanan li wan hatin belav kirin. Ji fermandarên YPJ`ê Meryem Kobanê di merasîmê de derbarê erk û delametên şervanan de axivî. Di merasîmê de li ser navê Desteya Parastinê ya kantona Kobanê, Saziya Malbatên Şehîdan û malbata şehîd Sozdar jî axaftin hatin kirin û avakirina tabûrê hate pîrozkirin. Di axaftinan de her wiha hate destnîşan kirin ku YPG`ê û YPJ`ê ji bo parastina Rojavayê Kurdistanê berxwedaneke bi rumet birêve dibin. Di dawiya merasîmê de bi beşdariya hunermend Zozan Axîn şahiyek hate lidar xistin û şervanên tabûrê û beşdaran govend gerandin.
KOBANÊ