Şervanên YPG û YPJ li başûr û başûrrojavayê Kantona Kobanê bersîv dan êrîşên çeteyan û 12 çete hatin kuştin û çeteyek jî dîl hate girtin. 

Çeteyên DAIŞ´ê ku êrîşên xwe yên li dijî Kantona Efrîn û taxa Şêxmeqsûd tund dikin, li Kobanê jî êrîş kirin, lê belê hêzên YPG bersîv dan çeteyan. Navenda Ragîhandin û Çapemeniya YPG’ê der barê encamên şer û pevçûnên dawî yên li Kantona Kobanê de rû dan daxuyaniyek da. Li gorî daxuyaniya YPG’ê, çeteyên DAIŞ´ê 1’ê Kanûnê saet di 04.00’an de êrîşî gundê Mirxab a rojavayê bajaroka Eyn Îsa (Bozanê) ya giredayî Kobanê kirin. Şervanên YPG û YPJ bersîv dan êrîşan û di encama şer de 12 çete hatin kuştin û çeteyek jî bi birîndarî dîl hate girtin. Hêzên YPG/YPJ hawanek û doçkakî çeteyan ruxandin û her weha 12 kleş, 62 şerjor û hezar fîşekê kleş, 1 BKC, 30 bombeya destan, 12 mayinê bi dest hatiye çekirin, 1 bêtel, 1 dûrbîna termal, 15m korteks û 10 rextên çeteyan bi dest xistin.

Êrîşên çeteyan doh jî dewam kirin. Di navbera saetên 02.30-03.00 û 10.00-12.00’an de çeteyên DAIŞê ji çeperên xwe ya başûrê Cerablûsê li dijî gundê Qereqozax a başûr-rojavayê Kobanê bi topên hawan û çekên giran du caran êrîş kirin. Şervanên YPG/YPJ jî bersîv dan êrîşan. 


Li Şêxmeqsûd topbaran

Êrîşên çeteyên Cebhet El-Nusra, Ehrar El-Şam û Ehrar Sûriya ku ji 28’ê Mijdarê ve li dijî taxa Şêxmeqsûd a bajarê Helebê hatibûn destpê kirin, dewam dikin. Li gorî nûçegihanên ANHA’yş ji herêmê ragihandine, komên çete doh saet di 06.00’an de bi çekên giran û hawanan careke din êrîş birin ser şêniyên taxê. Di encama topbaranê de 2 jê zarok, 9 sivîl birîndar bûn. Birîndar rakirin Navenda Heyva Sor a Kurd da ku werin dermankirin. Hat diyarkirin rewşa hin birîndaran giran e.

Hat diyarkirin ku şervanên Yekîneyên Parastina Gel û Yekîneyên Parastina Jin bersîv dan êrîşan.

Komên çete ku piştgiriya xwe rasterast ji dewleta Tirk werdigrin, ji Îlona 2015’an de tax dorpêç kirine û nahêlin ku ti kes an ti tişt derbasî taxê bibe. 


 ANHA/KOBANÊ/HELEB