Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bi daxuyaniyekê diyar kir ku hêzên wan nehiştine ku Kurdên Êzidî yên Şengalê werin qirkirin û bi dehezaran Kurdên Êzidî anîne Rojavayê Kurdistanê û ji tehlûkeyê xelas kirine. Di daxuyaniyê de hate gotin: "Şehîdên me bi fedabûyîna xwe li axa Şengalê ya pîroz, dîroka qehremaniya Derwêşê Evdî, hezkirina wî ji azadiyê re, mêrxasî û lehengiya wî ya li hemberî neyar û dijmimên Kurdan, vejandin."

Der barê êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li dijî Şengalê de Navenda Çapemeniya ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ji bo raya giştî di malpera xwe ya fermî de daxuyaniyek weşand. Di daxuyaniya YPG'ê de wiha hate gotin: "Di destpêkê de em li hemberî mezinbûn û qehremaniya Şehîdên xwe yên Şengalê bejna xwe ditewînin. Lehengên me ji bo parastina gelê Şengalê ji komkujî û qirkirinê, canê xwe feda kirin. Wekî fermandar û şervanên YPG'ê me soz dabû ku parastina gelê Kurdistanê bikin û dîsa soza xwe dûbare dikin."

Di dewama daxuyaniyê deYPG dibêeje: "êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li dijî herêmên Başûrê Kurdistanê û nexasim yên li dijî qezaya Şengalê, bi armanca tunekirina gelê Kurd ên Êzidî pêk hatin. Çete ketin hemû deverên di navbera Şengal û herêmên din ên Kurdistanê da ku wê dorpêç bikin û nehêlin komkujî pêk werin li dijî Êzidiyan. Ji ber vê jî destwerdana me pêwîstiyek bû. Ji bo em rê li ber planên çeteyan bigrin, hêzên me dest werdan û li hemberî çeteyên 'terorîst' û hov ên êrîşkar qehremaniyeke bê hempa, nîşan dan. Hêzên me bi deh hezaran Kurdên Êzidî anîn Rojavayê Kurdistanê. Her wiha hêzên me ji bo parastina zarok, pîr, kal û jinan ên li Çiyayê Şengalê berê xwe dan çiya. Li wir di navbera wan û çeteyan de şerên dijwar qewimîn û hin şehîdên me çêbûn. Paşê xwe gihandin Çiyayê Şengalê û dest bi rêxistinkirina ciwanên Êzidî kirin da ku xaka xwe ji çeteyan ve rizgar bikin û biparêzin."

Di daxuyaniya YPG'ê hat ragihandin ku şervanên wan li Şengal, Sinûn û Rebîayê li hemberî êrîşên çeteyên DAIŞ'ê berxwedaneke mezin kirine û rê li ber êrîşên çeteyan girtin û wiha dewam kirin: "Di vê berxwedana efsaneyî de 8 qehremanên me yên hêja şehîd ketin û bi xwîna xwe destana neviyên Derwêşê Evdî û Edûla Milî nivîsandin. Şervanên me bi fedabûyîn û berxwedana xwe li ser axa Şengalê ya pîroz, dîroka qehremaniya Derwêşê Evdî, hezkirina wî ji azadiyê re, mêrxasî û lehengiya Derwêş a li hemberî neyar û dijminan, vejandin. Şehîdên me temsîla evîna Derwêş û welat dikin. Qehremanên me bersiv dan banga Derwêşê birîndar û Edûla evîndar."

Dîsa di nava daxuyaniya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) de wiha hate gotin: "Her yek ji şervanên me yên li Şengalê şehîd ketin bi xwe destanekê temsîl dike. Evîn, Şoreş, Silav, Dilo, Ebas, Rûbar, Qendîl, Mezlûm, Masûm û Cûdî li derdora Şengal a pîroz bedena xwe kirin sûr û keleh. Ji bo xelaskirina xwişk û birayên xwe yên li Şengalê xwîna xwe kirin pir  û derbas bûn. Her şehîdek ji şehîdên berxwedan Şengalê kelehek ji kelehên qehremanên netewa Derwêşê Evdî ye."

Di dewama daxuyaniya YPG'ê de wiha hate gotin: "Wekî Yekîneyên Parastina Gel (YPG) em soz didin gelê xwe ku li her deverî, em ê ji bo parastina rûmet, ax û namûsa wî hemû tiştên xwe yên herî giranbuha bidin û feda bikin. ji bo ku em rê li ber êrîşên çeteyan ên li dijî gelê me bigrin û azadiya gelê xwe pêk bînin, em ê her berxwedanê bikin. Daxuyanî wiha hate bidawîkirin: "em dilsoziya xwe bi şehîdên Kurdistanê yên qehreman û leheng re dubare dikin, heta dawiyê û ji bo pêkanîna hemû armancên wan em ê rêya tekoşînê bişopînin."  


QAMIŞLO