Fermandariya YPG'ê ya herêma Efrîn û Helebê, bîlançoya şerê pêr ê li derdora gundê Bênê yê girêdayî navçeya Şêrawa ya Efrînê aşkera kir. Li gorî daxuyaniya YPG'ê di şerê ku tevahiya rojê dom kir de 10 endamên komê çete hatine kuştin, zêdetirî dehan jî birîndar bûn. Her wiha sêgoşeya Bênê-Ziyaret-Akibê ji komên çete hatiye rizgarkirin.‬

‪Li gorî daxuyaniya hat dayîn, bi serê sibê re li hemberî komên çete ku ev demeke gundê Bênê û derdora wê dagir kirine, operasyonek hate destpêkirin. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Duh serê sibê û pê ve ji aliyê hêzên me ve li dijî komên çete yên gundê Bênê û derdora wê operasyoneke dorfireh hatiye meşandin. Operasyon di demeke kin de veguherî pevçûnan. Şerê serê sibê destpê kir, heta êvarê dewam kir. Di şer de 10 endamên çete hatin kuştin, zêdeyî dehan jî birîndar bûn. Cenazeyê yek ji endamên çeteyan ket destê me. Dîsa yek ji endamên çeteyan ê birîndar jî dîl hatiye girtin. Endamê koma çete yê rakirin nexweşxaneyê‬.‪"‬

Gundê Bênê hate rizgarkirin

‪Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku di encama şerê tevahiya rojê de gundê Bênê û hin cihên girîng ên derdora wê ji komên çete hatine rizgarkirin û ev tişt hatin gotin, "Di encama şer û pevçûnên tevahiya rojê de sêgoşeya Bênê-Akibe-Ziyaret ji komên çete hat rizgarkirin. Ev sêgoşe, cihekî nêzî rêya diçe Helebê ye. Bi wergirtina vê derê re, kontrola rê bi temamî ket destê hêzên me. Dîsa sêgoşeya Bênê-Ziyaret-Akibê ji çeteyan hatiye rizgarkirin û nuqteya kontrolê ya komên çete ya li ser rêya Ziyaret-Basilê-Cilbir ji holê hatiye rakirin‬."
‪Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku heta gundên Kurdan ji komên çete werin paqijkirin, wê operasyon dewam bikin û hat ragihandin, ku di şerê doh de du wesaîtên cûda, du kalaşnîkof, televîzyonek û radyoyeke komên çete hatine desteserkirin. 

ANHA/ERFÎN 




Komên çekdar Kurdek revandin
Welatiyekî diyar kir ku li bajarokê Atmê yê girêdayî Idlib’ê, komên çekdar yê Artêşa Azad maşina rêwiyan raswestandine û hin welatiyên Kurd girtine.‬
‪Şelandin û revandina welatiyan li bajarê Sûriyê didomin. Herî dawî li bajaroka Atmê ya giridayî Îdlib’ê komên çekdar yên giridayî Artêşa Azad maşina welatiyên sivîl sekinand û  hejmarek welatiyên Kurd revand. Şahidê bûyerê ku nexwest navê xwe eşkere bike diyar kir ku,  dema wî dixwest ji Efrînê biçin Helebê, li ser rêya Amtê- El- Dana bakurî bajarê Idlibê, li benda kontrolê ya Atmê komên çekdar yên Artêşa Azad maşina wan rawestandine û nasnsmeyên wan kontrol kirine û hin welatiyên ji navçeyên Mabata û Bilbilê ya Efrînê, di nav wan de jin û zarok jî hene revandine.‬
‪Şahidê bûyerê diyar kir ku komên çekdar gefên kuştinê li welatiyên Kurd dikin, tiştên rêwiyan ji wan distînin û parçeyên maşina jêdikin û didizin.‬
Ji aliyê din ve li taxa Şêx Meqsûd a bajarê Helebê, ciwanekî ku nasnameya wî nediyare bi guleya segvanekî rejîmê hate kuştin.‬
‪Hêzên rejîmê ku li derdora kolana El-Cela ya nêzî Mexselet El-Cezîra Li taxa Şêx Meqsûd ya bajarê Helebê bicîh dibin, bi guleya segvanekî ciwanê ku nasameya wî ne diyar e jiyana xwe ji destda. Tên zanîn ku hêzên rejîmê yên li kolana El-Cela ya nêzî Mexselet El-Cezîra bicîh dibin gelek caran gule berdidin welatiyên sivîl.‬

HELEB‬