Şerê berevaniya Hesekê dewam dike. Di van rojên dawî de YPG û hêzên hevkar dikarîbûn taxên Neşwa û Xiwêranê û derdora çeteyên DAIŞ'ê dorpêç bikin. Hêzên rejîma Esed jî tar û mar bûne. Beşek ji van hêzan reviya û beşê din jî tevî DAIŞ bû. Niha YPG, YPJ û hêza El-Senadîd ya Erebên Şemir, bi awayekî hakim şer li bajêr dimeşînin. Jixwe van hêzan riya alîkarî û destekdayina lojistîk li ser çeteyên DAIŞ'ê birîye. Ew alîkariya eskerî ya ji Reqa û Dêr El-Zorê dihere, tam hatiye birîn. Di van kêlîkan de bi sedan ji terorîstên DAIŞ'ê li taxên Neşwa Rojava û Xiwêran di bin embargo de ne. Tam hatine dorpêçkirin. Şensê wan yê xelasiyê nîne. Ya divê teslîm bibin, yan jî dê werin tesfiyekirin. 

Hebûna hêza rejîma Esed li hin taxên bajarê Hesekê ji bo vî bajarî tahlûkeyek mezin e. Çeteyên DAIŞ'ê êrîş birin ser van taxan, ji ber ku dizanîbûn ku dê eskerên Esed di ber xwe nedin û yekser teslîm bibin. Jixwe hinek tevî çeteyan jî bûn. Loma divê YPG li gel hêzên hevpeyman biryara qewirandina hêza Esed ji tevahiya Hesekê bide. Divê Hesekê bi temamî bikeve destê YPG de. Niha bingeha eskerî û civakî ji bo vê pêşveçûnê amede ye. Piraniya welatiyên Ereb û malbat û serokeşîr destekê didin YPG û dixwazin ku ev hêz bêt wan biparêze û ji destê çeteyên DAIŞ'ê yên wan serjê dike û eskerên Esed yên dizî û talankirinê dikin, xelas bike. Lê divê ew "komên razayî" yên alîgerên DAIŞ yeko yeko werin destnîşankirin û bê bandorkirin. Ev "kom" li Hesekê, Qamişlo û Serêkaniyê jî hene û li ser kar in. 

Ji bo kantona Cezîrê bajarê Hesekê xwedî girîngiyek stratîjîk e. Ew 2 mîn mezintrîn bajarê kantonê ye û zêdeyî nîvê wî Kurd in. Eger YPG vî bajarî bigre dest û hêzên rejîma Esed biqewirîne, bi fermî ev bajar tevî sîstema Xwseriya Demokratîk bibe, dê kantona Cezîrê tam bi gewde bibe û di warê stratîjî, hijmar û eskerî de bibe xwedî girîngiyek tabyet. Jixwe eşîreyên Ereban li Hesekê û derdora wê hêdî hêdî tevî nava refên YPG dibin û tercîha Xweseriya Demokratîk dikin. Ew dizanin ku rejîma Esed têk diçe û nema dikare heremê biparêze û eger DAIŞ were, dê rewşa wan bibe ya mîna Erebên Dêr El- Zor û Reqayê, loma ew YPG û Xweseriyê ji xwe re mîna xelasî dibînin.

Di rojên pêşiya me de divê amedekariyên mezin li kantona Cezîrê werin kirin. Divê YPG di warê eskerî de were xurtkirin. Sazî û dezgehên kantonê yên rêveberî, ewlekarî û eskerî divê werin berfirehkirin. Beşên civakê ji Kurd, Ereb û Suryanî divê ji bo karê nava dezgehên kantonê werin teşwîqkirin. Bi gotinek din, divê nasnameya Rojava êdî li ser bingehek demokrat û wekhev were avakirin. Nasnameyek li ser bingeha Netewa Demokrat divê were rûniştandin. 

Kantona Cezîrê xwedî potensyalek mezin e û di pêşerojê de dikare ji bo tevahiya Rojava û heremê bibe mînaka bi hev re jiyînê û geşkirina jiyanek demokrat, hevbeş û azad...